Di êrîşê derê kirin: 5kuştî û 8 birîndar
Li Amerîkayê êrîşê Derekî hat kirin û di encam de 5 kes hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Di êrîşa çekdarî ya li ser dêrê li Grand Blanc, Michiganê de pênc kes hatin kuştin û heşt kes birîndar bûn. Li gorî agahiyan, êrîşkar bi wesayîta xwe li dêrê xistiye û gule berdaye û piştre jî agir berdaye dêrê. Polisa erîkar kuştiye. Serokê Amerikayê Trump di daxuyaniyekê de got, “Gumanbar hatiye kuştin, lê hîn gelek tişt hene ku divê werin zelalkirin.”
Rayedaran gotin ku êrîşkar di dema ayînê de bi wesayîta xwe li dêrê xist û dûv re dest bi gulebaranê li kesên ku di nav de bûn kir. Piştre ew jî hatiye kuştin.
Rayedaran ragihandin ku êrîşkar dêr şewitandiye, û destnîşan kirin ku agir zû belav bûye û piştî ku agir hate kontrolkirin, lê ev yek dikare hêjmara kuştî û birîndaran zêde bike.
Serokê DYA Donald Trump di derbarê êrîşa li ser dêrê de daxuyaniyek da. Trump, destnîşan kir ku ew li ser bûyerê agahdar bûye, û got, “FBI tavilê gihîştiye û dê lêpirsîna federal bike û piştgiriyek tevahî bide rayedarên eyalet û herêmî. Gumanbar hate kuştin, lê hîn gelek tişt hene ku werin zanîn. Ev xuya dike ku êrîşek din a hedefgirtî li ser Xiristiyanan li Dewletên Yekbûyî ye. Divê ev epidemiya tundûtûjiyê li welatê me tavilê biqede.”
Rêveberê FBIyê Kash Patel piştrast kir ku FBI dê alîkariya rayedarên herêmî bike û got, “Şîdeta li mala îbadetê kiryarek tirsonek bû. Em di vê trajediya tirsnak de ji bo qurbaniyan û malbatên wan dua dikin.”


