Di encama êrîşeke teroristên DAIŞê de, 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Li Germiyan çekdarên DAIŞê derenegê şeva borî êrîşî ser sengerên Pêşmerge li gundê Kuleco kirin û Pêşmergeyan rûbirûyî çekdaran bûn û êrîşa wan şikand.
Di encama teqîna bombeyekê bi weseteya Hummereke hêza Pêşmerge de, pênc Pêşmerge şehîd bûn û çar Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
.
Li gora daxûyaniya peşmergeyekî, çekdarên DAIŞê destpêkê bi çekê qenas êrîş kir, dema em bi hawara wan hatin, bombeyek teqiya û 2 efserên bi pileya Raîd û 3 Pêşmerge şehîd bûn.