Polîtîk
Di doza Ergenekonê de pêlek nû
Enqere – Pêlek din ya operasyona dijê rêxistina terorist a Ergenekonê destpêkir. Îro li Stanbulê û Enqere li 15 cihên cuda lêgerîn hatin kirin , di van lêgerînan de gelek belgename û ewrak hatin destxistin. Li gora rojeva siyasî ya Tirkiye her çendekî pêlek ya Ergenekonê tê rojevê.
Heta niha di vamn lêgerînan de nehatiye eşkerekirin ku, ka kesek hatiye binçavkirin yan ne. Lê dixweyê van rojan cardin hinek kesayetên girîng çerçova doza Ergenekonê de wê bêne girtin.