CîhanRojev

Di destê Erdogan de tenê berdevkî maye

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu bi minasebeta 1 saliya damezirandina partiya xwe daxûyaniyek da. Davutoglu behsa pêvajoya damezirandina partiyê dike û dide xûyakirin ku wan dîwarê tirsê hilweşand û partî damezirandin.

Davutoglu cara yekem e ku bi zimanek tund Erdogan rexne kir. Davut oglu dibêje:Nalina herî mezin bê dengiya hemwelatiyane.Ev desthilat kerr e û dengê milet seh nake. Ji bo ku desthilat kur e, rewşa milet nabîne.

Desthilat di bin weseyeta Devlet Bahçelî de ye, rota siyasî jî Dogu Perînçek kifş dike,di destê birêz Erdogan de tenê berdevkî maye.Rejima wesayetê xwe ji cîhanê hemûyê dûr xistiye.

Back to top button