CîhanRojev

Time Biden û Harris wek mirovên salê hilbijart

Kovara Time, Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris wek ‘’mirovê salê’’ hilbijart.

Îsal di lîsteya berbijaran de Serok Donald Trump jî cîh digirt.

Kovara Time ragihand ku Biden û Harris bi hev re nûkirin pêşnîyaz kirine.

Rêvebirê Giştî yê Kovara Time Edward Felsenthal da zanîn ku; Biden û Harris dane xûyakirin ku, “empatî hêzeke ji dubendîyê mezintir e” û ” vîzyoneke xweşkirinê nîşan dane” wek “mirovê salê”hatine bijartin.

Serok Donald Trump jî di sala 2016’an de wek ‘’mirovê salê’’ hatibû diyarkirin.

Kovara Time ji sala 1927’an vir ve her sal ‘’mirovê salê’’ hildibijêre.

Back to top button