Polîtîk

Di bin bandora Îranê de Kongreya Netewî boykot kir

Komeleya Îslamiya Kurdistanê li ser daxwaz û bi fermana Komara Îslamiya Îranê boykota Kongreya Netewîya Kurd dike û beşdariyê di civînên kongreyê de nake.

Li gor hin çavkaniyan, Komara Îslamiya Îranê lê dixebite bi her awayekî be kar û xebatên sazkirina Kongreya netewîya Kurdî ku, biryare di meha bê de li Hewlêrê bê saz kirin, bixetimîne û rê li pêşiya encamdana wê bigire.

Komeleya Îslamiya Kurdistanê wê yekê red dike ku, li ser daxwaz û di bin fermana Komara Îslamiya Kurdistanê de boykota Kongreya Netewî kiribe û di bê çarçoveyê de Ebdulsitar Mecîd endamê polîtbûroya Komela Îslamiya Murdistanê di daxuyaniyekê de ji Basnews re got ku, ji ber ku tu kursî ji wan re nehatine dan, ew boykota Kongreyê dikin û dibêje:

 –  Vekişîna wan ji Kongreya Netewîya Kurdî û boykotkirina civînan tu têkelî bi Komara Îslamiya Îranê ve nîne. Lê ji ber ku, ew neketin komîteya amadakara Kongireyê, ew beşdariyê di çalakiyên Kongreyê de nakin.

Weke tê zanîn di dema diyarkirina komîteya amadekara Kongreyê de, ji bo her parçeyeke Kurdistanê 5 kursî hatine diyar kirin.

Back to top button