Dosya

Di ajandayên tu partîyên Tifaqa Cumhur  û Milet ê de çareserîya pirsa Kurd tune ye

Mistefa Özcelik di bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje:Divê em baş bizanibin ku, destpêka her tiştî, li ser esasê prensîbên netewî û demokratîk,  tifaq û hevkarîya partî, grûp û rêxistinên  sîyasî û sivîl yên Bakurê Kurdistanê ne. Û divê em di nav gelê xwe de bi rêxistin bibin. Heger ev hebe, emê bikaribin ji firsendên heyî feydê wergirin û li himberî  Dewleta Tirkîyeyê emê bibin mixatab. Heger temsîlîyeteke ku hêza xwe ji gelê xwe distîne, temsîlîyeteke bi şexsîyet, netewî, Kurdistanî û girseyî nebe; Dewleta Tirkîyeyê jî her dê gelê me mijûl bike, her dê meseleyê tune bihesibîne û tu gavên esasî jî dê neavêjeBersiva pirsên Rojevakurd:Pirs:  Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biçin ser dindoqan û deng bidin? Eger belê, çima deng bidin û deng bi kîjan alî, partî yan kesî bidin? Eger nexêr Çima deng ne din? Bersîv: Me weke PAK, PSK, PDK û Hereketa Azadî, di derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê de helwesteke hevbeş ji raya giştî re eşkere kir: Me got, ‘’li gel hemû şaşitî û kêmasîyên wî jî emê di hilbijartinên serokkomarîyê de dengê xwe bidin Selahattin Demirtaş’’. Di hilbijartinên Parlamenterîyê de jî me got ‘’ Em di wê bawerîyê de ne ku, di hilbijartinên  Parlamentoyê  yên 24ê Hezîranê da, endam û alîgirên me ewê bi hesasîyetên netewî û bi hişmendiyeke Kurd û Kurdistanî dengên xwe bidin. Bi van bîr û bawerîyan  di hilbijartinên parlamenteriyê da em endam û alîgirên xwe  di dengdanê de azad dihêlin’’.Helwesta partîya me ya di derbarê hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de her ev e.Pirs:  Gelo piştî hilbijartina dê guhrtin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çê bibin û dê çi bandor li ser pirsa kurd bike?Bersîv: Rewşa piştî hilbijartinê, bi wê ve girêdayî ye ku ka kî dê bibe serokkomar û parlamentoya Tirkîyeyê  ka dê bi çi awayî be. Ev dê tesîreke mezin li nexşerêya Tirkîyeyê bike. Erdogan û Tifaqa Cumhur heger bi serkevin, ka gelo dê bikaribin vê siyaseta tûnd bi vî awayî bimeşînin? Aborî ya Tirkîyeyê di nav qeyraneke mezin de ye. Piştî hilbijartinan pirsgirêkeke esasî ya  ku li ber Tirkîyeyê ye ev qeyrana aborî ye. Ev siyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya li ser şer û dijayetîya Kurdan, li ser hişmendîya dîktatorîyetê  hatîye ava kirin, heger bê berdewam kirin; eşkere ye ku dê qeyrana aborî kûrtir bibe. Lê weha dîyare ku Erdogan heger biserkeve jî dixwaze demekê vê sîyaseta tûnd bimeşîne.Ji ber ku mixalefeteke xurt, demokratîk, sivîl ya birêxistin kirî li Tirkîyeyê tuneye, Dewleta Tirkîyeyê gelek caran qeyranên bi rengî bi rêyên kodetayan(darbeyen eskerî)  xwestîye çareser bike. Û tu darbeyên eskerî jî tu pirsgirêk çareser nekirine.Tifaqa Milet ku ji CHP, İyi Partî û Saadet Parti pêk hatîye, di gotin û beyanemeyên xwe de, hîna zêdetir behsa demokrasîyê, behsa sîstema parlamnetrîyê, behsa rakirina rewşa awrte dikin. Û bi taybetî  namzedê CHPyê yê serokkomarîyê Muharem İnce û CHP, behsa van xalan dike. Di eslê xwe de di destê Muharem İnce û partîya wî de, ji xeynî van gotinan , tu rê jî nemaye ku , dengan ji xelkê bixwaze. Ew jî weke Erdoganî bike, wê gavê ma dengdêr çima dengên xwe bibine wî? Lê ka gelo Muharem İnce û partiya xwe dê  van gotinên xwe çiqasî bikaribin pêk bînin, ew jî cîhê şikê ye. Ji ber ku rabirdûya CHPyê jî di warê demokrasî, edalet, azadî û mafên Kurdan de ne paqij e.Ji xwe di dema ku 17 hezar ‘’faîlî meçhul’’  bi destê Dewleta Tirkîyeyê ve hatin kuştin, Seroka  İyi Parti yê Meral Akşener bi xwe wezîreke wê demê bû.Di derbarê meseleya Kurd de ez ne di wê bawerîyê de me ku tu gavên mezin û radikal bêne avêtin. Gotin û bername û danezanên hemu namzed û partîyan, herî zêde behsa perwerdeya bi zimanê Kurdî dike. Ew jî bi şerd û şirûdên ku perwerdeya zimanî jî nîv qurmiçî bike.Me  weke Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan xwest ku weke Kurd û Kurdistanî em bi tifaqeke berfireh, bibin alîyê miletê xwe, alîyê gelê xwe. Em bi vê tifaqeka  berfireh  dikarîbûn di hilbijartinan de bibûna aktorekî esasî û me yê di piştî hilbijartinan de jî ji bo mafên xwe yên netewî û demokratîk, wekî alîyê Kurd  di guhertinan de roleke esasî bilihîsta. Le mixabin gelek alîyan nehiştin ev tifaqa berfireh pêk bê.Heger wêne ev be, divê em zêde xwe nexapînin. Piştî hilbijartinan dê tu guhertinên mezin çênebin. Heger aktorên navnetewî ji bo berjewendîyên xwe hinek tiştan li ser desthilatdarîya Tirkîyeyê ferz nekin, çi bi Tifaqa Cimhur, çi bi Tifaqa Milet û çi jî ji ber vî halê alîyên sîyasî yên Kurdan û yê mixalefeta lawaz ya demokratîk ya Tirkan, mixabin dê tu guhetinên mezin çênebin. Dikare serokkomarek an jî partîyek ji yê din hinekî nermtir be da ku piçekî rehetî çêbibe û civat bêhnekê bistîne; lê di meseleyên esasî de,di warê demokrasî, azadî û edaletê de, di warê mafên netewî yên Kurdan de, divê em ne li hêvîya tu guhartinên mezin bin.Pirs: Piştî hilbijartina, encam çi be bila bibe, dê pêvejoyek ya ji bo hewldana çareseriya pirsa kurd bikeve rojeva dewlet û hikûmetê?Bersîv: Erdogan û  Tifaqa Cumhur nuha kuştin û îmha û şikesta miletê Kurd dane ber xwe. Ew dibêjin qey piştî ku PKKyê di alîyê eskerî de bişkînin û bi hezaran kesan bavêjin  hefsê dê  Kurdan teslîm bigirin û li ser maseyê dê bi çend ‘’kurtîl’’an meseleyê çareser bikin.Tiştê ku Erdogan û partîya wî tênagihêje  jî ev e: Pirsa Kurd û Kurdistanê, ne pirsa, çekên PKKyê ye, ne ew pirse ku bi kuştin û înkar û wêran kirinê ji holê rabe. Pirsa Kurdistanê pirseke milî ye, pirseke sîysasî ye, pirsa çareserîya pêşeroja miltekî û welatekî ye. Erdogan li Amedê dibêje ‘’Pirsa Kurd tune ye’’. Ango ev gotin tê wê wateyê ku di heşê Erdoganî de ji bo  mafên Kurdan tu gav avêtin tune ye.Tiştê ku dixuyî, Erdogan û AKP , amadehîya wê yekê dikin ku, bêyî partîyên Kurdan,  hinek korûcû û eşîr  û kesan ji xwe re mixatab bigirin  û bêje ‘’Vaye   nûneren Kurdan jî bi me re ne; tu pirsgirêkên wan tune ne.Me ji xwe perwerdeya bi zimanê Kurdî destpê kirîye, emê hîna pêşdetir bibin.Tu meseleya bi navê meseleya Kurdî li holê tuneye’’. Belê tiştê ku îro Erdogan daye ber xwe ev in.

CHP û Muharem İnce  jî heger di hilbijartinan de biserkevin, dê helbete ku bixwaze rewşê hinekî nermtir  bikin. Lê ma gelo dê ji wê helwest û sîyaseta Erdoganî ya di salên 2002-2009an çiqasî baştir û pêşdetir be? Bi rastî tu nîşan tunene ku em bêjin dê jê baştir be.

Divê em baş bizanibin ku di ajandayên tu partîyên Tifaqa Cumhur  û Milet ê de çareserîya pirsa Kurd tune ye. Bes dixwazin  demeke din jî vê meseleyê paşguh bikin, paşde bidin, bi hinek destkarîyên biçûk, mesleyê tune bihesibînin.

Heger piştî hilbijartinan bi navê  ‘’pêvajoya çareserîyê’’  gav bêne avêtin jî divê em zêde pê nexapin. Lê heger şer raweste, Rewşa Awarte rabe, ev girtin û hefs kirin û neheqî ji holê rabin, jiyan hinekî normalîze bibe, di warê azadîya ramanî û xebata rêxistînî de gav bêne avêtin dê ev ji bo hevdîtinên di navbera Dewleta Tirkîyeyê û Kurdan de,  ji bo ‘’çareserîya sîyasî ya rasteqîn a pirsa Kurd’’  rê xweştir bike.

Divê em baş bizanibin ku, destpêka her tiştî, li ser esasê prensîbên netewî û demokratîk,  tifaq û hevkarîya partî, grûp û rêxistinên  sîyasî û sivîl yên Bakurê Kurdistanê ne. Û divê em di nav gelê xwe de bi rêxistin bibin. Heger ev hebe, emê bikaribin ji firsendên heyî feydê wergirin û li himberî  Dewleta Tirkîyeyê emê bibin mixatab. Heger temsîlîyeteke ku hêza xwe ji gelê xwe distîne, temsîlîyeteke bi şexsîyet, netewî, Kürdistanî û girseyî nebe; Dewleta Tirkîyeyê jî her dê gelê me mijûl bike, her dê meseleyê tune bihesibîne û tu gavên esasî jî dê neavêje.”

Back to top button