Polîtîk

Dewlet ji bo aşitiyê samîmî ye

Heyeta BDPê li Îmralî 6 demjimêran li gel Ocalan hevdîtin kirin. Dema heyet vegeriya tu daxuyaniyên berfireh di derbarê hevdîtina xwe de nedan.

Lê tenê Pervîn Buldan gotinek ya Ocalan ragihand û got: Ocalan gotiye, ev pêvajo gavek dîrokiye. Em qonaxek dîrokîre derbas dibin. Divê herkes gelek bi hizir bê ji bo vê pêvajoyê. Girtî di destê dewletê de hene û destê PKKê de jî girtî hene. Hêvî dikim PKK qedrê van girtiyan bigire û ew demek nêzik bigihin malbatên xwe.

Li li gora Hêlin Alp ji rojnama Akşamê hinek agahdariyên di derbarê hevdîtina Ocalan û heyeta BDPê dest xistine.

Ocalan gotiye ku, dewlet di derbarî pêkanîna aşitiyê de samimî ye. Herweha Ocalan gotiye divê  di vê pêvajoyê de endam û parlementerên BDPê di gotar û peyamên xwe de gelek bi dikat bin û divê hay axavtina xwe uslubê axavtina xwe hebin.

Ocalan gotiye: Ez 65 salim e û naxwazim heta aşitiyê nebînim bimirim. Tê zanîn ku ji berî heyeta BDPê herê Îmralî serokê MITê Hakan Fidan çend caran çûye Îmralî û demên dirêj hevdîtin li gel Ocalan kiriye.

Herweha tê gotin ku Ocalan di derbarê vê pêvajoyê de nameyek daye serokê MITê.

 

Rojeva Kurd

 

 

Back to top button