Destpêkeke nû ji bo malpera Civat.Net
Piştî gengeşî û guftûgoyên berfereh û hûrûkûr, em bi dilxweşî radigihînin ku malpera Civat.Net dê destpêkeke nû bi xwe ve bibîne. Di vê malperê de ku bi taybetî li ser babetên kurdî û sûrî mijûl e, hin guhertin pêk hatin di warê şêwaz û awayê karkirinê de û pirtir raje hatin xebitandin, bi mebesta dewlememdkirina malperê ji herdu aliyên şêwaz û naverokê ve, û hêsankirina xwendin û lêgerîna zanyariyan.
Herweha cihê dilxweşbûnê ye ku ev destpêka nû berhema xebateke hevbeş a komek karmend û hevkaran e li hundir û derveyî welat, ku biryar dan hêz û şiyanên xwe bi yek bixin ji bo avakirina ezmûneyeke pisporane ya ragihandinê ku bi bawerî nûçe û zanyariyan rabiguhêze û bi awayekî objektîf raya giştî agahdar bike derbarê bûyer û rûdanên cihê. Em dê di xebata xwe de hewl bidin ku dûr bimînin ji layengiriya aliyekî li dijberî aliyekî din; belku armanca me ye ku em bibin pirek ji bo xurtkirina diyaloga rexnegir û demokratîk di navbera hemû nerîn û ramanan de, derbarê hemû pirsgirêkên girîng ên nuhok û pêşeroja me, hem wek kurd û hem wek sûrî.
Em dê lê venêrin ku Civat.Net bibe sekoyeke azad, piralî û demokratîk, ku hemû nerîn û ramanan hembêz bike û danûstandina di navbera wan de han bide; daku gengeşî û guftûgo ne ji bo dubendî û nakokiyan bin bi tenha, lê belê rêgayek bin ber bi lihevtêgihiştina derbarê mijar û pirsgirêkên girîng û bayexdar. Em dê bi hemû şiyana xwe hewl bidin ku objektîf û bêlayen bimînin, û em dê hembêza xwe vebikin ji bo herkesekî ku bixwaze nerîn û gotina wî bê bihîstin. Em dê xebata xwe bi bawerî û rastgoyî bi rê ve bibin, lê dê me nerînek hebe derbarê hemû mijarên girêdayî welat û welatiyan, wek her ezmûneyeke pîşedar a ragihandinê.
Bi vê boneyê em, bi bêcudayî, bang li hemû rewşenbîr, nivîskar û xwendevanên xoşewîst dikin daku beşdarî di vê ezmûneyê de bikin , li gel me tevbigerin û alîkariya me bikin ji bo dewlemendkirin û geşepêdana wê ya berew baştir; bi rêya rêkirina ji me re ya berhem, nivîsar, têbînî, rave û amojgariyên xwe. Em jî ji aliyê xwe ve soz didin ku Civat.Net bibe ew sekoya azad ku me hilbijart wek sernavê vê ezmûneya newzad a ragihandina elektronîk.
03 Adar 2011
Desteya sernivîskariya Civat.Net
[email protected]
[email protected]