Destkêşana Papa ji Papatiyê û nihêniya li pêştê
Li gor ragihandina Ajansa Îtalî ANSAyê, ku ji devê berdevkê Vaticanê Federico Lombardî wergirtiye, wê Papayê 16mîn Benedict ku di temenê 85 salan de ye, roja 28ê Sibatê bi saeta herêmî 20.00 dest ji karê papatiyê bikêşe. Ev nûçe bû sedemê erdhejeke olî di nêv cîhana Katolîk de.
Axaftina Papayê nijadelmanî ku di nisana 2005an de hatibû hilbijardin, ji kardinalên Vatikanê re kiriye, weha gotiye: “Ez cidiyeta meselê dizanim, lê em gunehkar in û bawerîya olî bi gumanan serobin bûye, min wijdana xwe li hizûra Xwedê pir caran di ber çavan re bihurand. Di van mehên dawiyê de ez leşsaxiya xwe xirab his dikim û salên min jî bi pêş ve çûne. Lê ez bi vîna xwe ya azad dest ji papatiya Roma û ji peyrewtiya Peterê Dilovan dikêşim. Destkêşana min jî, ji bo sûdmendiya dêrê ye.”
Bi derengî wê hetanî dawiya meha Adarê papayek ji nêv zanayên olî yên Vatikanê bête hilbijartin.
Çewa ku tê zanîn, di ola Filehtiyê de divê hertimî cîgirekî Îsa Pêxember li jiyanê hebe ku ew jî Papa ye li Vatîcanê rûdine. Ev hawe di ola Îslamê de jî eynî tişt e, lê di îslamê de ew zat nihênî ye û kes pê nizane. Ji ber hindê pir caran ev hawe sergijiyan jî dixe navbera bisilmanan.
Çewa ku tê zanîn, berî 1453an, navenda olî ya Filehan bajarê Stenbol bûye. Lê piştî ku Stenbol kete destê bisilmanan, Filehan navendê birin bajarê Venedica Îtalyayê.
Ji roja ku ev peyrewtiya Îsa Pêxember di nava Filehan de dest pê bûye, Papayê 16mîn Benedict ê sisiyan e ku dest ji karê papatiyê dikêşe. Cara duyemîn, sal 1415 Papa Gregoryê 12mîn bi lihevhatinê dest ji karê papatiyê kêşaye.
Cara yekemîn jî, sal 1294 Papa Celestine V dest ji karê papatiyê kêşaye.
SEDEMÊ DESTKÊŞANÊ ÇI YE?
Li gor baweriya min, sê sedemên destkêşana Papa ji karê paptiyê hene:
1- Papa ji ber ku bawermendekî xalis e, lê her ku diçe baweriya olî ji nêv alema filehtiyê kêm dibe û ber bi tunebûnê ve diçe, wî jî nekariye xwe li ber vê rewşê ragire, bêgav maye ku dest ji wê berpirsyariyê berde, çewa ku wî bi xwe gotiye: “Ez cidiyeta meselê dizanim, lê em gunehkar in û bawerîya olî bi gumanan serobin bûye…”
2- Li gelek dêran destavêtina zarûkan ji aliyê keşe û papazan ve çêbûye ku hinek çavkanî behsa 4.550 zarûkî dikin. Ji ber vê jî dibe ku Papa nexwestiye ku ev niquta reş li sipîtahiya wî bikeve.
3- Hin çavkanî dibêjin ku bizişkan gotiye Papa: “Tu nikarî derkevî gerrê” û ew naçar maye dest ji karê papatiyê kêşaye.
Zeynelabidin Zinar
nivêskar/lêkolîner
pencinar.z@gmail-com