Desthilata Erdogan û rewşa AKPê !
Li Tirkiye di van demên dawî de bi awayek cuda rewşa AKPê û îdeolojiya ku AKP li ser hatî avakirin piralî tê minaqeşekirin. Di çerçova van minaqeşeyan de roj bi roj AKP xwînê winda dike û aloz dibe. Ev yek jî dibe sedemek mezin ku tirsek dikeva dilê Tayib Erdogan ku desthilatdariya xwe winda bike.
AKP ji nava partiyek Îslamî derket holê û li ser bingehek olî hate avakirin. Lê AKPê ji partiyên islamî cuda siyasetek lîberal rêve bir û di destpêka desthilatdariya xwe de gavên girîng avêtin. Taybetî Erdogan li gel hevalên xwe destavêtin gelek pirsgirêkan û berûpêş gavên baş avêtin. Li Tirkiye tişta herî girîng kirî, şkestina wesayeta leşkerî bû. Ev yek çewe kir , bi arîkariya kî kir ne gelekî girîng e. Ji ber ku ev cara yekem bû ku siyasetek sivîl li himber Artêşê Tirkiye dengê xwe bilind kir û guh neda balkêşîya Artêş û dawîyê de arteş kir di bin bandora desthilata xwe û partiya xwe de. Desthilata AKPê di derbarê pirsa kurd de jî gav avêtin, kêmasî qedexeya li ser zimanê kurdî rakir, bi navê dewletê doza lêborînê li gelê kurd kir.
Zimanê kurdî kete zaningehan de. Hêdî partiyên siyasî dikarin bi zimanê kurdî propagandeya xwe bikin. Di warê desturî de jî hinek gav avêtin ,lê serneket.
Erdogan “ li gora xwe pêvajoya çareseriyê” pêkanî lê ew jî ji feydê bêhtir zerer da.Bê guman di vê derbarê de ji Erdogan behtir xeletiyên PKKê role leyizt û ew pêvajo têk çû,hêviyên aşitiyê winda bûn. Desthilatdariya Erdogan ber bi Yekitiya Ewropa ve çû di vê yekê de jî pêşveçûnek pêkanî.
Kurtasî AKPê ji sala 2005ê heta 2014ê gavên baş avêtin û di nava xelkê de bibû cihê baweriyekî. Herweha pêwendiyên wan li gel başûrê Kurdistanê jî ji bo kurda bibû cihê baweriyekî.
Lê ji 2015ê pêde Erdogan hate guhertin,taybetî piştî bû serokkomar û sistema reveberiya dewletê li Tirkiye guhert Erdogan ji xwe re rêyek din tercîh kir. Hevkariya AKP û MHPê desthilatdariya AKP û Erdogan aloz kir û ew ji xelkê dûr xist. Heta radeyekî niha li Tirkiye siyaseta desthilatê ji aliyê MHPê ve tê dizayn kirin. Raste tu wezîrên MHPê di hukumeta Erdogan de tuneye, lê piraniya bûrokrat ji MHPê ne û gelek dezgehên dewletê yên girng de zihniyeta MHPê hakime û heta mirov dikare bêje ku, hêdî îdeolojiya MHPê di rêveberiya dewletê de desthilat e. Ji bo vê yekê jî AKP û Erdogan jî ber bi desthilatdariyek faşîzan û nijadperest ve diçe. Ew erdoganê doza lêborînê ji kurda xwest, îro bi hesanî dibêje pirsa kurd tuneye,yanî li gora mejiyê wî ev pirs çareserbûye,herkes li vê dikene.
Hevalên Erdogan yên ku pêre AKP avakirîn niha kesek li dorê nemaye. Îro partiyek wek DEVA û Partiya Pêşerojê ji AKP veqetiyane û ew kadroyên ku sedemê serkeftina Erdogan bûn , niha di nava van partiyan de cih digrin. Rojane hevalên Erdogan terka wî didin û ew bi tenê dimîne û xwe radestî serokê MHP dike. Ev yek heta kûderê diçe mirov nizane,lê dikare bibe sedemêk bingehîn a têkçûna Erdogan û AKPê bi xwe jî.
Serokê MHPê Bahçelî rojana daxûyaniyên faşîzan û nijadperestî dide, gelek helwestên Bahçelî , Erdogan tengav dike lê deng ji Erdogan dernakeve. Tirsa windakirina desthilatê Erdogan li himber Bahçelî bê deng dike.
Lê pirsek heye ku dê Erdogan heta kengê û çi radeyê tehemûla Bahçelî bike? Erdogan niha behsa hinek reforma dike, ji xwe eve 18 salin tu bi xwe desthilatî, ev çi reformin ku heta niha we nikarî bikin, hunê niha pêkbînîn.
Muxalefeta Tirkiye heta vê gevê ne amadeye ku bibe desthilat.Ev yek jî bi awayekî rewşa Erdogan bi hêz dike. Lê rastiyek heye ku, rewşa darayî û kiryarên keyfî Erdogan û desthilata wî hejandiye û derzên mezin di tifaqa Erdogan û di nava AKPê de peyda bûne.Ev yek jî dibe zeminekî ji bo rûxandinê.
26.11.2010
Nûçe/Analîz
N.Firat