PolîtîkRojev

Desteya mafên mirov a Kurdistanê: Bila PKK dest ji karên xwe yên dijmirovî berd

 Desteya mafên mirov ya Kurdistanê kuştina sivîlan ji aliyê PKKê ve bi tundî şermezar kir û daxwaz jê kir wan kiryarên xwe yên dijmirovî bide sekinandin.

Desteya mafên mirov ya Kurdistanê li ser êrişa duhî ya PKKê li dijî gundekî devera Amêdiyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di êrişa PKKê de du zarok şehîd bûn û yek jî birîndar bû. Ew bi tundî wê êrişa li ser xelkê sivîl şermezar û riswa dikin.

Desteya mafên mirov her wiha bang li PKKê kiriye, dest ji wan karên dijmirovî berde û rêzê li serweriya Kurdistanê bigire û êdî xaka Herêma Kurdistanê bo armancên xwe yên xirab bikar nehîne.

Back to top button