Cîhan

Destê Îraqê di xwepêşandanên Tirkiyeyê de heye

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ehmed Dawudoglo di daxuyaniyekê de diblje ku, dewletên cîranên Tirkiyeyê xwepîşandanan li dijî Tirkiyeyê organîze dikin û hindek  kesên ser bi dewletên cîran ve di nav xwepîşanderan de ji aliyê polîsê Tirkiyeyê ve hatine girtin.

 Hindek kanalên ragehandinê yên îraqî eşkere kirye kur wezîrê derve yê Tirkiyeyê Dawudoglo ji ajansa nûçeyan Frans Press re gotiye ku, ew xwepêşandanên li Tirkiyeyê hene ji aliyê dewletên cîran ve tên organîzekirin û polîsê Tirkiyeyê hijmarek kesên ser bi Suriye û Îraqê ve gitine ku xwepêşandan amade dikirin.

 Li hember van nûçeyan, sefîrê Tirkiyeyê yê Îraqê Semîr Demîr di daxuyaniyekê de ew hemû nûçe red kirin ş got ku, wezîrê derve yê Tirkiyeyê di axaftinên xwe de behsa suriye û Îraqê nekiriye û negotiye ku, hidek îraqî û surî di navxwepêşandanan de ji aliyê polîsê Tirkiyeyê ve hatinr girtin. Sefîrê Tirkiyeyê got ku, ew nûçe ji rastiyê dûrin û tu rastî jê re nîne.

Back to top button