Cîhan

Derziya Rûsya ya li dijî Korona amadeye

Rûsya hemû cîhanê piştrast dike û dibêje berî hemû welatek derziya ji bo rêgirîkirina li pêketina virusa Korona amadekiriye, biryare sibê bi awayeke fermî bikevê warê bi cîhkirinê û li cotmeha îsal jî dest bi helmeta derzîdana li dijî Koronayê tê kirin.

Olig Grednev Cîgirê Wezîrê Tendirûstiya Rûsya ragihand ew derziya ku ji aliyê Wezareta Berevaniya Rûsya û peymangeha Gemalya ve hatiye berhemanîn li 12ê tebaxê bi fermî tê tomar kirin.

Derziya Peymangeha Lêkolîna Gemalya berî 18ê hezîranê hate ragihandin û li yekem hengavê da li ser 38 xwebexşan hatiye ceribandin, sîstema bergiriya hemû xwebexşan bihêz kiriye, yekem grûp li 15ê temmûzê hate birêkirin, duyem grûp jî li 20ê temmûzê hatiye birêkirin.

Ajansa Rûsî dane zanîn ku “Divê %60 ê Rûsan vê derziyê bikarbînin %75ê wan jî ew kesin ku gefa Koronayê li ser giyanê wan heye.” Her wiha dibêje: Hikûmeta Rûsya ya Federal divê piştrast bê ku helmeta derziyê lêdanê li payiza 2020 û zivistana 2021 palpiştiya darayî lê bête kirin.”

Back to top button