Civak
Deriyê sinor de 2.2 tona madeya hişbir hate girtin
Li deriyê gumrêka Payizava di navbera bakur û rojhilatê Kurdistanê de,di wesayetek balhirgir de 2.2 ton metamfetamîn hate girtin. Balhirgir ji Îranê derbasî Tirkiye dibûya.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de hat ragihandin ku di operasyona ku ji teref yekîneyên Îdareya Gumrikê ve hat kirin de 2,2 ton madeyên hişbirê yên cureya metamfetamîn a ku bi toz hate destxistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku lêpirsîna der barê bûyerê de li Serdozgeriya Bazitêve dewam dike.