Derî yekalî hate vekirin
Bi biryara hukumeta Kurdistanê îro piştî nîvro deriyê Pêşxabûrê di navbera Kurdistana Başûr û Rojava de hate vekirin. Derî bi armanca karûbarên insanî hate vekirin. Tenê xwendevanên Rojava ku li Başûrbûn û herweha newxweş dikarin vegerin.
Derî yekalî û tenê ji bo demekî hatiye vekirin. Ji aliyê din hate pirsgirêkên heyî bi temamî neyên çareserkirin derî bi temamî nayê vekirin.Di vê derbarê de hinek hêz û taybetî PYD behsa Desteya Bilind dikin. Li gora agahdariyên me ji berpirsên PDKS standîn, Desteya Bilind tu fonksiyonek xwe nemaye û dezgeheke tenê bi biryarên PYDê kar dike û di bin xizmeta PYDê de ye. Heta niha jî civînek bi temamî pêkneaniye.
Li gora nûçeya ANFê li Diyarbekirê Platforma Pişgiriya Rojava civînek kiriye û ji Hukumeta Kurdistanê daxwaz kiriye ku derî veke.
Li Bakurê Kurdistanê Platforma Pişgiriya Rojava (KCD, BDP, OSP, DDKD, Gruba Diyalogê ya Dicle û Firat, Insîyatifa Azadî, KADEP) daxwaz dike ku Desteya Bilind wek muxatab bê girtin û dibêjin ew temsila Kurdên Rojava dike.
Gelo agahdariya vê Platformê çikas ji Rojavayê Kurdistanê heye. Yan jî tiştên PYD tenê dibêjin wek rastiyê qebûl dikin û li gora wê jî helwestan digrin. Ev cihê pirsêye.