Polîtîk

Serokwezîr digel walî û berpirsên Silêmaniyê civîya

Di berdewamiya serdana xwe de bo bajarê Silêmaniyê, duhî roja sêşemiyê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê digel walî, berpirs û rêvebirên saziyên hikûmetê li bajarê Silêmaniyê civiya.

Di civînê de ku, Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê amade bû, pirs û arîşeyên wîlayeta Silêmaniyê hatin behis kirin.
Di destpêka civînê de, waliyê Silêmaniyê û berpirs û rêvebirên saziyên hikûmî behsa kêmasî û arîşeyên xwe kirin weke arîşeya sotemeniyê, zevî, tapokirina xaniyên hikûmî li ser karmendên hikûmetê, tûrîzm û cîyên giştî, ew gundên dikevin nav masterpilana bajêr, vegerandina dahatiyan bo saziyên hikûmetê, newekhevî di meaşên karmendan de û çend arîşe û girftariyên din berçav kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê ev civîn bi derfetek baş zanî ku, dîrekt digek walî û berprisên hikûmetê behsa arîşe û pirsgirêkên Silêmaniyê bikin û got: ”Em dixwazin ji nêzîk bizanin arîşe çiye. Hûn rojane di nav xelkî de ne û agadarî hemû pirsgirêkan in û hûn dikarin pêşniyarên baş ji bo çareserkirina wan arîşeyan bikin.

Serokwezîrê Kurdistanê tekîd li ser siyaseta hikûmetê ya di warê şorkirina desthilatan bo saziyên hikûmetê kir û got ku, divê çavdêrî li ser van desthilatan, çewaniya bikaranîn û rêvebirina wan desthilatan bê kirin.

Her li bajarê Silêmaniyê û bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, Nêçîrvan Barzanî digel qaymeqam û rêvebirên nahyeyên sînorê wîlayeta Silêmaniyê civiya.

Di civînê de arîşe û giriftariyên îdarî li qeza û nahyeyên wîlayeta Silêmaniyê wek, asayîş, polîs û pêdawîstiyên wan bahis kirin.

Back to top button