Nivîsar

Derfeteka Dîrokî Bo Ehmed Turk

Serokwezîrê Turkîya Erdoxan,eve serê du salane ku digel Serokê DTP ê Ehmed Turk de ketibû înadeka bê wate,daku ligel komnebe.Jiber ku DTP wekî pêdivîya îdeolojîya dewletê bo PKKê ne digot “terorist”,Erdoxan jî ahd kiribû ku bi destê Ehmet Turk negre û bi DTP re ne cive û kombûnan neke.Belê li dumahîkê,bi min waye jiber givaştina Emrîka naçar ma ku dest ji evê helwesta xwe berda.Paşku ruxset ji leşkeran,ango ji dewleta kûr xwest,gazî Ehmed Turk kir û destnivêja xwe têk da(!) û duhî kombûneka paşperdeyî digel DTP ê de bi serokatîya Ehmed Turk girêda.

Bêguman ev kombûna henê ji çapemenîyê veşartî hate girêdan.Jiber wê çendê jî mirov nizane bi durustî ka ew çi axivîn  yan çi biryarên hevpişk wergirtin,yan jî ne wergirtin. Tenê di encama kombûna yek demjimêrî de Erdoxan û Turk her yek ji wan,bê ku pirsên rojnamevanan qebûl bikin daxweyanîyên pir kurt dan û herduyan jî,derbarey qonaxa ku têda derbas dibin û derbarey pêşerojêde rizamendîya xwe dupat kirin.Hevdîtina AK Partî,ango hevdîtina Serokê hukmetê û DTP ê û zêdebarî rizamendîya herdu layenan ji hevdu pêngaveka erênî û hêvîdare.

Herçende derbarey naveroka civînêde tiştek neyê zanîn jî,belê tê zanîn ku eve serê du salane ku DTP li hêvîya evê civînê bû.Belê ev kombûn di qonaxeka weha de pêkhat ku,hukûmet derbarey “çareserîya” mesela Kurd de dest bi hinek bizavan dikin.Daxweyanîyên aştîyane didin,wezîrê navxwe bo çêkirina projeyeka aşttîyane û demokratîk bi erkdar dikin û ji mirovên demokrat,zana û pispor komîsyonan çêdikin.Herçende,di evê qonaxêde çareserêya mesela Kurd,çespandina mafên rewa yên neteweyî û sîyasî yên Kurd li Bakura Kurdistanê nayê hêvîkirin jî,belê ev gav û bizavên henê biserê xwe jî pir girîngin û pêwîste hemi layenên xêrxwaz û bi taybetî Kurd sûd ji evê qonaxê werbigrin.Ji hemi kesî jî bêtir,pêwîste serokê DTP ê Ehmed Turk bixwe sûd werbigre û encam çi dibin bila bibin,evê qonaxê di berjewendîya Gelê Kurd de wekî belgeyek hejî bixe nava rûpelên dîrokê.Lewra bi şêweyekî fermî nebe jî,bi evê civînê,hukmeta Turkîya DTP û serokê wê Ehmed Turk,bo çareserîya mesela Kurd wekî mûhatabê jimare yek qebûl kir.Eve di çarçewa navxweyî û navneteweyî de jî destên DTPê û bi taybetî yên E.Turk xurt dike.

Eve derfetek dîrokîye bo Ehmed Turk.Înca,aya di pêşerojêde gelo dê navê DTP û û bi taybetî navê Ehmed Turk bi erênî û bi başî bikeve nava rûpelên dîrokê yan bi nerênî û xerabî.Eve dê biryar û kiryarên wan yên pêşerojê destnîşan bike.Lewra digel evê derfetê de bar û perpirsîyarî yên pir giran û zahmet jî dikevin ser milên E.Turk.Dê gelek kospû kelemên ciddî û dijwar derkevin ser rêka wî.Wekî nimûne;Li gorey xalên serekî 1) Rewşa Gelê Kurd û pêve girêdayî çareserîyên arîşeyên kurte demî û zemîna çespandina mafên rewa yên neteweyî. 2)Rewşa PKK û serkirdayetî ya wê û çareserîya rewşa wan. 3) Rewşa îmrali û A.Ocalan û çareserîya rewşa wî û çendîn xalên din.Ev babetên henê hemi jî dê bikevin rojeva DTP ê.Ji layê dîve bêguman dê givaştineka sîyasî ya dewletê jî û bi taybetî givaştineka rêka çareserîya evan babetan bi eqlîyeta Kemalîzmê jî dê bikeve ser DTP ê.Ji nihave çapemenîya Turkî dest bi evan givaştinan kirîye jî.

Pirsîyarek li vêrê tête pêş;gelo dê E.Turk çawan bikaribe di nava evan givaştinên sêqolî (PKK,A.Ocalan û dewletê)de  balansekê durust bike ku di berjewendîya giştîda be?Ya duwem jî eve; Herçende her sê arîşeyên PKK,Îmralî û Mesela Kurd pêkve hatibe girêdan jî,gelo dê E.Turk bikaribe insîyatîfa çareserîyê bixe destê xwe û xala doza Kurdî bike xala serekî û bingehîn?Bêguman her Kurdperwerekî dilsozê Gel û welatê xwe bin,bi taybetî ew Kurdên ku ji nêzîkve Ehmed Turk di nasin,hemi jî hêvîya başî û erênîyê dikin.

Ji bilî Kurda,dost û dijminên Kurda û ra ya navneteweyî jî çavên wan li ser evê qonxêne.Înca encam dimîne li ser çawanîya biryar û kiryarên wî yên di rêvebirina evê qonaxa dûvedirêj ya çareserî yê. Li gorey wê dê bikeve di nav rûpelên dîrokê de.Yan bi Erênî Yan jî bi Nerênî !

Selîm Giresorî

07. 08. 2009

Back to top button