Polîtîk

Dengên me li Şingalî hatin enfal kirin

Polîtboruya PDKê di derbarê encamên hilbijartina de daxûyaniyek da, PDK dibêje :Dengên Kurdên Êzdî li Şingalê hat enfalkirin û nehîştin ku PDK li Neynewa (Mûsil) bibe yekem. PDK herwiha dibêje, komîsyona hilbijartinan a Iraqê di erkên xwe de serkevtî nebûye û nekariye çareseriya wê saxtekariya mezin bike, ku çê bûye.Îro Yekşema 21ê Gulana 2018, Polîtboruya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî civiya. Piştî civînê jî daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û têde behsa mijarên weke hilbijartinên parlamentoya Iraqê û saxtekariyên têde û rewşa kurdan hatiye kirin.Polîtburoya PDKê di daxuyaniya xwe dibêje, îro bi serperiştiya Serok Barzanî Polîtburoya PDKê civiya û pirsa hilbijartinên parlemantoya Iraqê û qonaxa piştî ragihandina fermî ya lîsteyên serkeftî hatin guftûgokirin. PDKê baweriya xelkê Kurdistanê bidest anî û 25 kursî di hilbijartinan de bidest xist. Ev denganîna baweriyeke jî bi kandîdên PDKê ye ku dilsozane bergîriyê li maf û azadiya Kurdistanê dikin.Di beşek din a daxuyaniyê de hat jî, hejmarek mezin ji lîsteyên partî û aliyên Iraqî li Herêma Kurdistanê beşdar bûn, lê diyar e ku nekarîn ti kursiyekê bidest bixin, ev jî nîşana wê yekê ku xelkê Kurdistanê baweriya wan bi mafê metewî û çarenivîsî yê Kurdistanê heye.Polîtburoya PDKê da zanîn, bi alî û partiyên Iraqî re jî dest bi guftûgoyê dikin ji bo çareserkirina hemû girft û pirsgirêkan. Bi hev re karkirin û bi hevbeşî dikarin destkeftên zêdetir ji Kurdistan û hemû Iraqê re bidest bixin, ji bo vê mebestê jî civînê biryar da şandeke bilind bişîne Bexdayê ji bo li ser babeta pêkanîna hikûmeta dahatî guftûgoyan bike.Di beşek din PDKê amaje bi wê dike, PDK bi li ser çawaniya birêveçûna proseya hilbijartinan rawestiya, bi taybetî ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê fişar li nivîsgehên Hewlêr û Dihokê kirin û hin komîser jî bêalî nebûn û wek nûnerên aliyê siyasî riftar dikirin û dijayetiya PDKê dikirin û hewla kêmkirina dengên PDKê jî didan.Herwiha got, dengê koçberên Êzdî jî hatin enfalkirin, ku ew jî bi nehejmartina biqest hejmarek dengên berçav ên sindoqên kampên koçberên Şingalê li sînorê parêzgeha Dihokê, ku piraniya wan xûşk û birayên Êzdî bûn ku ji enfala DAIŞê rizgar bûbûn. Herwiha hewleke mezin jî dan ku PDK li Neynewayê nebe yekem. Di rastiyê de jî PDK ya yekem e û baş dizanin ku PDKê berevanîkarê sersext ê mafê Kurdên Êzdî bi taybetî û gelê Kurdistanê bi giştî ye.Di dawiyê de Polîtburoya PDKê daxwaz ji Komisyona Bilind a Hilbijartina a Iraqê dike ku gûmanan nehêle û pêdaçûneke cidî encam bide û rê li ber valaçûna wê hejmara zêde ya dengan bike. Gotî jî Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê di erkê xwe de ne serkeftî bû û nekarî çareseriya sextekariyên ku hatine kirin bikira û şerpezeyî di awayê ragihandina encamên dawî de jî diyar bû.

Back to top button