Dengên kîjan partiyê kêm û zêde dibin?
Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mustafa Şen , di hevpeyvîneka xwe li gel rojnemeya Hurriyetê de êdia dike ku dengên AK Partiyê % 42 û di serokkomariyê de dengên Erdogan jî % 52 ye. Rojnemevan Îsmaîl Saymaz ev yek şirove kir û encama rapirsîna dawî ya dezgehê lêkolînê METROPOLLê eşkere kir.
Saymaz dibêje ji meha Gulanê ve dengên AK partiyê bilind dibin, lê niha destpêkiriye kêm dibe.
Saymaz encama rapirsînê belav dike. Ev encam ya ji berî dengên kesên bê biryar bêne belav kirin e.
ENACAM:
AK Parti: % 29,6
CHP: % 20
HDP. % 10.3
İYİ Parti: % 9,1
MHP: % 6.7
Kesên hilbijartinan de bê biryarin û yên deng nadin: % 19,1
Partiyên din tevahî: % 4.4
Li gora rapirsîna dema dengên ku, kesên hilbijartinan de bê biryarin û yên deng nadin têne belav kirin rewş diguherê û di rapirsînan de piranî ev metod wek rêjaya denga tê qebûl kirin.
Piştî dengên Kesên hilbijartinan de bê biryarin û yên deng nadin tê belavkirin;
ENCAM:
AK Parti: % 36,5
CHP: % 24,7
HDP: % 12,7
İYİ Parti: % 11,2
MHP: % 8,2