Dengek nû: Jan Arslan
Di muzîka Kurdî de,ji demek dirêj de bi stranên xweyî ;“Keçaperî”, “Baranek Dîyarbekir” û “Çavderya” di internetê de digere. Şîroveger û awazsazên van stranan; Jan ARSLAN bi albuma xweyî yekem “Evînperwer” gav avêt muzîka Kurdi. Album bi şirîkatîya Sony Music û Pelrecords ê hate weşan.
Di albumê de 12 stran hene û ev stran giştik li Elmanya li bajarê Hamburg’ê hatine keydkirin.
Jan ARSLAN di muzika Kurdî de bê album, bi nasnameya xweyî awazsazî û stranbêjîye derketîye pêş. Li navçeya Mêrdîn, Qoserê ji dayik bûye û li Qoserê dijî. Di mîhrîcana şaredarîya Qoserê ew û Ayhan EVCİ hevdû nasdikin. Piştî vê nasînê Jan, stranê xwe dide Ayhan EVCİ ji boy ku ew van stranan di prodiksiyonên ku amade dike bikarbîne. Lê, Ayhan pêşniyar dike ku van strana Jan bi xwîne. Piştî demekê projeya albumê dirdikeve holê û xebat destpêdikin.
Zimanê ku di gotinê stranan de hatîye bikaranîn pirr zelal e. Di gotinê stranan de; tenêtîya di bajaran, evîn,xem û windabûn derdikeve pêş. Gotinê, 10 stranên albumê Jan nivîsandîye. Di albumê de helbestek seydayê nemir “Cegerxwîn” û helbestek “Bro OMERΔ jî bikaranîye. Ji xeynî strana “Jîn” awazên 11 stranên albumê Jan sazkirîye. Ji ber vê yekê di albumê de bi awazsazîyê jî derdikêve pêş. Strana bi navê “Jîn” Ayhan EVCİ sazkiriye. Ev stran bi gotinên Tirkî, di fîlmê bi navê “Evet-İch Will” de hatîye weşan û dîsa ev stran di soundtrack a fîlm de û di berhema tevlîhev ya bi navê “Made in Turkey 4” de hatîye bikaranîn.
Prodiksiyon a albumê bi giştî, ji alîyê Ayhan EVCİ hatîye çêkirin.
Stranbêj a Romanî Marîa û Jan ARSLAN strana bi navê “Kengî” bi hevre bi zimanê Kurdî û Romanî şirovekirine. Muzikjenên herî hêja; Tobi Hang,Gilberto Torres,Olaf Gödecke,Martin Drees,Chris Harms,Tobias Heinshon bi xebatên xwe û alîkarîyeke taybet beşdarî albumê bûne.