Nivîsar

DENGBÊJEKÎ ERMENÎ Û KURDEWAR

Occo Mahabad

Pirr dengbêjên me ji bo çand û hûnera Kurdî hewl dane lê wî bi salan wek Ermeniyekî xizmetî çanda kurdî kir. Heta mirina xwe bi eşqa klamên Kurdî deng veda di nava civata me de. Di sala 1915an de dewleta Osmanî li dijî Ermeniyan komkujî û tehcîreke mezin pêk tîne. Ji sala 1915an heta sala 1939an nêzîkî 2 milyon Ermenî tên sirgûnkirin û kuştin. Karapetê Xaço hem şahid hem jî mexdûrê wê demê ye. Dê û bavê wî di vê tevkujiyê de tên qetilkirin. Ew bi bira û xweşkên xwe re sêwî, belengaz, tî û birçî dimîne, rojên dijwar, êşdar û tirsnak derbas dike.

Karapetê Xaço li gor nasnameya ku dewleta Ermenistanê daye di 3’ê Îlona 1900î de li gundê Bileyderê yê Qubîna Êlihê hatiye dinê. Di 7-8 saliya xwe de bûyereke erjeng tê serê wî. Dê û bavê wî li ba bira û xwişkên wî Xezal, Abraham û Manuşak ji aliyê eskerên Osmanî ve tên qetilkirin. Gunê Serbazekî Tirk bi wan zarokan tê lewma nayên kuştin. Di 11-12 saliya xwe de diçe ba eta xwe. Eta wî di gundê Fîlîtê Qûto de bi Kurdekî re zewiciye. Heta xortaniya xwe di vî gundî de rêncberî, gavantî, şivantî û karkerî dike.

Di zarokatiya xwe de bala xwe dide dengbêjiyê. Di hevpeyvînekê de wiha dibêje: ‘’ Ez zarok bûm, stranbêjek kor hebû, navê wî min bihîstibû ku Şako, stranan dibêje jixwe di wê demê de qeset-meset tune bûn me bi tu awayekî stranan nikaribû guhdar bikira. Ez bixwe bixwe hînê gotina stranan bûm.’’ Ew bi xêr û saya Şakoyê Korr hînî miqam, vegotin û lihevanîna klaman dibe.

Piştî Filîto Quto mezin û giregirê sereke yê gund ku soza wî derbas dibû kurê wî Hesenê Filît bû. Hesenê Filît dibihîse ku dengê Karapêt rind e û klamên xweş dibêje lê guhdar dike û jê dixwaze ku bibe dengbêjê wî. Karapêt bi salan di bin xizmeta Hesenê Filît de wek dengbêjekî zarşêrîn û dengnazik klamên xwe distrê.

Gundê Hesenê Filît, bi xweyîkirin û parastina Ermeniyan navdar bûye. Dewleta Osmanî çend caran xwestiye Hesenê Filît Ermeniyên li gund radestî dewletê bike lê Hesen bi merivên xwe yên çekdar li dijî dewlet û Alayên Hemîdiye disekine, Ermeniyên gundê xwe diparêze.

Lêkolîner û nivîskar Zeynelabidîn Zinar ji Melle Xelîl neqil dike ku Çawîş Bazo rojekê bi tevî eskerên xwe tê ber deriyê Hesenê Fîlit, jê dixwaze ku çiqas Ermenî li gund hebe teslîmî wî bike. Wê çaxê di gund de nifûsa Ermeniyan li dora 80 kesî ne. Hesen tifinga xwe derdixe bi tevî merivên xwe yên çekdar li dijî Çawîş Bazo derdikeve. Jê re dibêje ku tu nikarî ji vî gundî merivek hildî û bibî. Çawîş Bazo lê dinêre ku Hesenê Filît dê bi çekdarên xwe yên bêtirs li dijî wî şer bike, bê deng û bi mecbûrî gund diterikîne. Di vî gundî de tucarî Ermeniyek radestî dewletê nehatiye kirin.

Tehcîr û koçkirina Ermeniyan ku di sala 1915an de dest pê kiriye heta sala 1939an dewam kiriye. Di navbera dewleta Fransî û Cemiyet-î Akvam de ji bo armanca parastina Ermeniyan peymanek tê çêkirin. Ji bo organîzekirina koça Ermeniyan komîsyonek tê avakirin. Li gorî vê peymanê dewleta Fransayê ji Ermeniyan re dibe dewleta garantor. Piştî vê peymanê ji pêncsed hezarî zêdetir Ermenî koçî derveyî Tirkiyê dibin. Ermeniyên Kurdistanê jî di bin garantoriya vê peymanê de derbasî Sûriyê dibin.

Bi destpêkirina berxwedan û serhildana Şêx Seîd re tirs û xofeke mezin dikeve dilê Ermeniyên Kurdistanê. Koça duyemîn ya girseyî li Ermeniyên Kurdistanê bi vê serhildanê re dest pê dike. Jixwe koça yekemîn bi komkujî û tehcîrên 1915an re dest pê kiribû.

Di koça duyemîn ku piştî serhildana Şêx Seîd de pêk hatiye, Ermeniyên Diyarbekir, Xerzan, Mûş û Elezîzê qefle bi qefle berê xwe didin Qamişloya Rojavayê Kurdistanê. Wê demê ji bo Ermeniyan cihê herî ewle Qamişlo bû. Kurdên Qamişloyê li Ermeniyên hatî xweyî dikirin û alîkarî didan wan.

Ermeniyên Qamişloyê bi alîkariya Kurdan di sala 1918an de li gundê Mêharkayê dêrek jî vekiribûn. Damezrîner û berpirsiyarê vê dêrê malbata Buxisiyam bû. Malbata Buxisiyam piştî komkujiya 1915ê hatibû Qamişloyê. Ermeniyên li vê herêmê di vê dêrê de ol û baweriya xwe bi serbestî pêk dianîn. Biratî û dostaniya Kurdan piştî qetlîamên Osmanî hêz û ronayî dabûn civata Ermeniyan.

Karapet piştî serhildana Şêx Seîd dîsa jî naxwaze ku Kurdan biterikîne loma di vê demê de derbasî Qamişloyê nabe. Hinek çavkaniyên Kurdan sedema koçkirina Karapêt girêdayî serhildana Şêx Seîd dikin lê ev agahî ne rast e. Ji ber ku Karapet di sala 1929an de derbasî Qamişloyê dibe lê serhildana Şêx Seîd di sala 1925an de bi dawî dibe.

Serhildan û şoreşa Agiriyê ku di sala 1926an de dest pê dike herêmê tevlihev dike. Gellek kes tên girtin, sirgûnkirin, kuştin û dardekirin. Li Kurdistanê zilm û zoreke mezin û bêsînor tê kirin. Hikûmeta Kemalîst ji bo armanca damezrandina dewleteke navendî, hêza desthilatdarên Kurd wek axa û began dişkêne. Êdî desthilatdarên Kurd nikaribûn wekî berê Ermeniyên li ba xwe xweyî bikin û wan bihewînin.

Koça sêyemîn ya Ermeniyên li Kurdistanê di sala 1929an de dest pê dike. Karapet ditirse ku dewleta Tirkiyê komkujî û qirkirineke mezin pêk bîne berê xwe dide Qamişloyê. Di vê demê de ne bi tenê Karapet bi sedan malbatên Ermenî ji ber tirsa qirkirinê derbasî Qamişloyê dibin.

Di belgeyên dîrokî de em dibînin ku di navbera salên 1926 û 1939an de Ermeniyên Xerzan, Amed, Mêrdîn, Wan, Agirî, Îdir, Qers, Dîlok, Riha, Mereş û gellek bajarên din derbasî derveyî Tirkiyê dibin. Di van çûyînan de hinekan bi rêyên qaçax derbas dibin hinekan jî di bin organîzasyona Tirkiyê û Fransayê de derbas dibin. Ji ber ku Fransa û dewleta Tirkiyê komîsyoneke koçê ava dikin ku Ermeniyan bêyî kuştinê derbasî derveyî sînor bibin. Koça dawî ya girseyî di sala 1939an de çêdibê. Piştî vê dîrokê dewleta Tirkiyê nahêle ku koçeke girseyî ya Ermeniyan çêbibe.

Karapet di sala 1929an de derbasî Qamişloyê dibe. Suriye li vê demê di bin nîr û serdestiya dewleta Fransayê de ye. Karapet li Qamişloyê bê kar û bar dimîne, ji bo ku debara xwe bike tevlî Lejyona Fransayê dibe. Wek eskerekî Fransî di bajarên Qamişlo, Heseke û Derezorê de 15 salan kar dike û piştî xizmeta 15 salî teqawît dibe. Rewşa darayî ya Karapet di wan salan de pak e. Artêşa Fransayê meaş û derfetên baş dide.

Di sala 1936an de bi Yevaya Hagopê Ezîz re dizewice. Yêva ji malbata Azîzyan e, ji bajarê Îzmîrê keça Hagop e. Karapet heta dawiya jiyana xwe bi eşqeke mezin girêdayî Yevayê dibe. Ew ji Yevayê re dibêje Melokê min.

Di wan deman de hunermendê navdar yê Kurd Seîd Axayê Cizîrî di lejnoya Fransayê de leşker e. Ew û Seîd hev nas dikin di demeke kurt de dibin dostê herî baş. Dostaniya wan her tim dewam dike.

Di sala 1946an de Fransa bi zora Îngilistanê hemû hêzên xwe yên eskerî li gorî planeke rêxistinî gav bi gav vedikişîne Fransayê. Arteşa Fransayê Karapêt vedixwîne welatê Fransayê lê Karapêt qebûl nake, di dilê wî de herdem çûyîna Ermenîstanê heye.

Di sala 1946an de Dewleta Sovyetê bang dike ku hemû welatiyên Sovyêtê yên derveyî dijîn bila vegerin axa bav û kalên xwe. Karapêt vê bangewaziyê guhdar dike, di heman salê de bi malbata xwe re berê xwe dide Ermenistanê.

Berî ku biçe Ermenîstanê efsarekî jê dipirse: ‘’ Tu girêdayî kîjan partî yî, yanê tu Bolşevîk î ?’’ Karapêt bersiv dide: ‘’Ez Kurd im, Bolşevîk – Molşevîk nas nakim, tenê dixwazim herim Hayastanê (Ermenistanê).’’ Karapêt dixwaze here Ermenistanê lê xwe wekî Ermeniyekî nabîne. Karapêt Kurd nîne lê xwe wekî Kurdekî dibîne. Her dem Kurdî xeber daye, bi zimanê Kurdî klam gotine, bi çand û edetên Kurdan, di bin parastina Kurdan de mezin bûye. Lewma bersiva wî ‘’Ez Kurd im’’ bûye.

150 lîre pere didin destê Karapêt wî dişînin Ermenistanê. Karapêt li Ermenistanê rojên zor û zehmet derbas dike. Ji bo ku debara malbata xwe bike çi kar peyda bike dixebite. Heta dawiya jiyana xwe di nava feqîrî û rebeniyeke mezin de dijî. Di welatê bav û kalê xwe de bibû xizmetkarê dewlemendan, bêxweyî û belengaz mabû.

Bi biryar û fermana dewleta Sovyetê di sala 1955an de Radyoya Rewanê dest bi weşanê dike. Di navbera salên 1955 û 1957an de, Casimê Celîl di weşana ceribandinê ya radyoyê de peywira serokatiyê dike. Di sala 1957an de heyetek li Moskovayê civînek çêdike, di vê civînê de Xelîlê Çaçan weke serokê radyoya Rewanê tê tayinkirin. Xelîlê Çaçan ji wê dîrokê heta sala 1981ê serokatiya radyoyê kiriye. 

Xelîlê Çaçan dibihîse ku Ermeniyek klamên Kurdî dibêje, dixwaze ku bila were dengê wî qeyd bike loma karmendekî radyoyê dişîne dû Karapêtê Xaço. Bi biryar û hewldanên Xelîlê Çaçan dengê Karapêt tê qeydkirin û arşîvkirin. Ji wê demê şûn de dengê Karapetê Xaço bi saya radyoya Rewanê di nav Kurdan de belav dibe. 

Di sala 1976an de jina wî Yevaya Hagopê Ezîz jiyana xwe ji dest dide. Piştî mirina jina wî baskên dilê wî dişkên, hemû diranên wî dirizin û dikevin. Bi salan di nava xemgîniyeke mezin de dijî. Karapêt heta roja mirina xwe li gundê Solxoza Çaran a Eçmîadzînayê ku nêzîkî Yêrevanê ye her hefte diçe ser gora jina xwe, teseliya jina xwe dike. Karapêt piştî mirina Yevayê careke din nazewice.

Ji Karapêt û Yevayê şeş zarok çêdibin. Zaroka mezin Araksî di sala 1942yan de li Qamişloyê tê dinyayê. Keça wî Araksî di gundê Solxoza Çaran de zewicî ye û li wî gundî dimîne.

Sêropê kurê wî di sala 1944an de li Beyrûda Lûbnanê tê dinyayê. Sêrob jî wekî Araksî li heman gundî dima lê çend sal berê jiyana xwe ji dest dide.

Di sala 1946an de dema ku ji Sûriyê derdikevin û bi rêya Batûmê berê xwe didin Ermenistanê, zarê wî Antranîk hê şeş mehî ye ji ber sedemên neyînî di heman salê de dimire.

Di sala 1948an de qîza wî Anahît tê dinyayê. Anahît di 7ê Gulana 2010ê de li Kîrovakanê jiyana xwe ji dest dide.

Di sala 1951ê de qîza wî Sîranûş tê dinyayê. Ew niha li Sovêtaşêna (Nûbaraşên) Rewanê dimîne.

Qîza wî ya herî biçûk Xatûn di sala 1955an de tê dinyayê. Ew jî li gundê Solxoza Çaran a Eçmiadzîna  Ermenistanê jiyana xwe didomîne. Zarên Karapêt hem Ermenkî hem jî Kurdî dizanin û xeber didin.

Dema ku Kurdekî bibêje Karapet, bi tenê feqîrî, belengazî, şer, sirgûn, mirin û bêxwîyîtî tên bîra mîn. Ew jî wekî Eyşe Şan, Keremê Kor, Fadil Cizîrî, Şakiro û gellek dengbêjên din bi zor û zehmetiyên mezin jiyana xwe derbas dike.

Berî mirina xwe di roportajekê de wiha dibêje: ‘’ Qedera min jî ji qedera dengbêjên kurd yên din cudatir nîne. Emrê min bi dengbêjiyê derbas bû. Lê 50 mîlyon Kurd nikarîbûn li min xwedî derbikevin…”

Dengbêjê Ermenî Karapêtê Xaço di 15 Çileya 2005an de li gundê Solxoza Çaran a Ermenistanê jiyana xwe ji dest dide. Ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve li vî gundî tê binaxkirin.

Çend nifş bi klamên Karapêt mezin bûne, bi klamên wî şa bûne an jî derd kişandine. Karapêt herî zêde bi klamên xwe yên Evdalê Zeynê, Filîtê Quto, Salih û Nûrê, Genc Xelîl, Derwêşê Evdî, Zembîlfiroş, Lê Lê Edûlê, Hesenîko, Lawikê Metînî û Sarê Rabe dihate naskirin.

Her jiyan xwedî rêyek e, di her rê de rêwiyek çîroka xwe vedibêje. Çîroka rê û rêwî girêdayî hev in. Karapêt emrê xwe temam kir lê dûv re bi sedan klamên wî yên gotî man. Ne gengaz e ku mirov bi nivîsekê ewqas bûyer û êşên erjeng bi peyvan raxîne ser kaxizan.

Ez ê nivîsa xwe bi klameke dilşewat ku Karapêt bi dengê xwe yê çargavî û zêrîn distrê bi dawî bînim.

Genc Xelîl

De were lê lê were lê lê were lê lê nemayê

De piştî Genc Xelîl

Kuramê xwe nemînim li di dinyayê.

De Evdal im dilê min dilekî li yan e

Genc Xelîl kurapê min

Li welatê xerîban û xurbetê nexweş e

Gelekî bêhal e

Wezê rabim nivînekê, nazbalgîkî

Bavêjim berpal e

Wezê kembera pişta xwe bişkênim

Bikim nal e

Bazinê xwe bişkênim

Bikim hûr bizmar e

Wezê biskên xwe bibirim

Bikim ser kele û doxhefsar e

Gavê berê min û Genc Xelîl

Kuramê min têkeve

Welatê xerîban û xurbetê

Xelk wê nebêje

Çi siwarekî kurd e

Bê kar û bar e

Nemayê nemayê nemayê

De piştî Genc Xelîl ez nemînim li dinyayê.

De were lê lê were lê lê were lê lê nemayê

De werê qalî şîmşîmak in

Kuramê xwe ji xewa şîrîn rakim

Xencereke Salih Begî di ber de rakim

Wezê cîzmekî Qoserî di linga kim

Wezê ebakî Besrayî li mila kim

Serê bav û birak û der û cînar

Û gundî û maliyan tevan bînim

Bi qurban kim

Ax nemayê nemayê nemayê

De piştî Genc Xelîl ez nemînim li dinyayê.

De were lê lê were lê lê were lê lê

Wezê qarî şîşîna kim

Kuramê xwe di du dewa ra siwar kim

Ezê qocê seklawî bînim

Kuramê xwe lê siwar kim

Serê bav û birak û der û cînar

Û gundî û maliyan tevan bînim

Bi qurban kim

Ax nemayê nemayê nemayê.

Back to top button