Civak

Demirel tawanbar kirin

 
Komisyona Lêpirsîna li 28ê Sibatê, guhdarî li siyasetmedarên demê Hasan Celal Guzel û wezîrê kevn ê Çandî İsmail Kahraman kir, herduyan jî got: “Serserokê Derbeya 28ê Sibatê, serokkomarê kevn Suleyman Demirel e û ew di pêşiya leşkerên derbevan de diçû.”

Hasan Celal Guzel jî weha gote Komisyonê: “Sawciyê Komarê yê wê demê Nuh Mete Yuksel, antêna Sererkaniyê bû. Min dosyaya pênc kesên ku suz kiribûn dane wî. Lê wî derheq wan de biryara bêtaqibkirinê da.”

Hasan Celal Guzel weha domand û got: “Suleyman Demirel, ji bo ku ji desthelatiyê nekeve, hevkarî bi leşkeran re kir û xwe li cihê xwe parast. Komandarê Giştî yê cendirme Teoman Koman gote min: ` Em ê derbe bikin. Em ê te yan Mesûd Yilmaz bikin serokwezîr. Min jî got wî: Mesud Yilmaz li gor we ye…”    

 

01/11/2012

Rojeva Kurd/Enqere

Back to top button