
Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Demîr destnîşan kir ku hevdîtinên wan ên ji bo tevlibûna Tifaqa Gel dewam dikin û ti pirsgirêk tuneye.
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu û heyeta pê re di 5ê Çileyê de li Navenda Giştî ya AK Partiyê bi Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anîbû.
Piştî vê civînê pirsa ku HUDA PAR dê tevlî Tifaqa Cumhur bibe bi germî kete rojevê de.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr di derbarû ketina HUDA PARê ya nav Tifaqa Cumhur de daxûyaniyek da û dibîje: “Ez nikarim bêjim em ê tevlî tifaqê bibin yan na, lê hevdîtinên me berdewam dikin. Hevdîtinên me hîn bi dawî nebûne. Ne diyar e ku ev dê çawa bibe. Di hevdîtinan de ti pirsgirêk nîne û ti pêşketineke ku bibe sedema tifaqê jî nîne.”
Demîr bi bîr xist ku Erdogan di hilbijartinên 2018’an de ji bo tifaqê vexwendibûn û ev yek jî encameke erênî dernexist, Demîr destnîşan kir ku pêvajoya heyî “bi awayekî asayî” dewam dike.
Demîr, anî ziman ku helwesta wan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji aliyê her kesî ve tê zanîn û got, “Dewleta Tirk û Serokatî jî vê dizanin. Di vê mijarê de nikarin şîret û rexneyê li me bikin. Ew jî dizanin ku em li ku derê biçin em ê vê mijarê bînin ziman. Yek ji mijarên herî girîng ên bernameya partiya me, çareseriya pirsgirêka Kurd e. Eger em tevlî tifaqa gel bibin jî em ê tiştên ku me di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de gotine bînin ziman.”
Sekreterê Giştî yê HUDA PARê got, “Tevlîbûna tifaqê ji bo îfadekirina çareseriyê ji me kêm nake, dibe ku destê me jî xurt bike. Em dikarin zêdetir dengê xwe bilind bikin, em dikarin zêdetir (pirsgirêka kurd) mijûl bibin.”