Demana pêvajoyê Barzaniye
Kî çi navî lêbike bila bike. Li Tirkiye û Kurdistana Bakur pêvajoyek nû destpêkiriye. Ev pêvajo bernameyeke ku, PKK ji dev çekan berdê û şerê heyî bisekine. Ji berî her tiştekî divê bê tesbît kitin ku sekinandina vî şerê bê armanc û qirêj di berjewendiya herkesekî de ye. Kesek yan jî aliyek ji sekinandina şer zererê nakê û ji bo tu kesekî ne windabûnek e.
Tenê hêzên tarî, ew kesên li ser şer jiyana xwe ya siyasî berdewam dikin û ew kes yan jî aliyên ranta vî şerî dixwin naxwazin şer dawî werê. Ev kes yan jî aliyên tarî û nanê xwe bi şer dixwin di nav Kurdan û Tirkan de hene. Ev ne tiştek yek aliye. Heta piraniya caran ji bo şer nesekine jî provakasyona dikin.
Pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê bi daxwaziyên Ocalan û PKKê çareser nabe. Ev ji aliyê herkesekî ve tê zanîn. Lê sekinandina şer ji bo çareseriya pirsa kurd bi xwe jî gavek girîng e û qonaxek taybet e.
Jiber ku di roja me de pêvajo ku tevgera Kurd bi gelemperî di tê de dijî vê yekê dixwaze. Sibê merc tên guhertin dikare bibe bazarek din.
Bi destpêkirina vê pêvajoyê gelek aktorên cuda hewldidin ku xwe bixên beşek yê vê pêvajoyê. BDP û PKK ne zelale. Heta hinek ali dixwazin aliyên din di vê pêvajoyê de pasîf bikin.
Ji ber ku serkeftina vê pêvajoyê dewletên wek Îranê, rejima Suriye û hukumeta Malikî di herêmê de aloz dike û çekek girîng ji destê wan aliyan tê derxistin.
Ev yek ji bo Kurdistana Başûr jî girînge. Lê mixabin li Başûr hemû hêz û partî ne di vê zanebûnê de ne. Eger Serokê Kurdistanê û serokê hukumeta Kurdistanê pişt nedin vê pêvajoyê tu serkeftin çênabe. Divê ji berî herkesekî Ocalan û BDP vê yekê tê bigihe.
Li Başûrê Kurdistanê serokê Kurdistanê û serokê hukumeta Kurdistanê berjewendiyên netewî li ser gotinên bê wate û peyamên rojane re digrin. Di vê pêvajoyê de eger aliyek hewlbide ku rolê wan aloz bike kifşe kîne. Tê zanîn hinek hewldanên dewletên cîran taybetî yê Îranê di vî warî de çêbûn.
Lê ya girîng ne helwesta hinek welatan e,ya girîng ewe ku hinek aliyên Kurdan neyên vê leyîztikê.
Herweha hukumeta Tirkiye û PKK jî dizanê demana serkeftina vê pêvajoyê Barzanîne. Ji ber ku berpirsiyariya herî mezin ew digirin ser milên xwe.
Hevdîtina di navbera heyeta BDPê û Ocalan de hatî kirin eşkere bû. Gotinên Ocalan di derbarê siyaseta Suriye û Serokê Kurdistanê de gotîn tên zanîn. Di rastiya xwe de tiştên Ocalan gotîn bingehê siyaseta PKKê ye.
Pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê ne pirsa PKKê ye. Ji bo vê yeke jî mirovek dijê siyaseta PKKê be, nayê wê wateyê ku li dijê serkeftina vê pêvajoyê be.
Bê goman di vê pêvajoyê de her alî yan jî kesayet berjewendiyên xwe diparêzin. Her kesek dixwaze li gora berjewendiyên xwe berê pêvajoyê bide cihekî.
Lê nabê ev yek mirov ji fikrandinên objektîf dûr bêxe.
5.3.2013
Dara Bilek