Nivîsar

Demana jiyana azad dewletbûne

 Sala 2016ê ji bo pêşeroja Kurdistanê dibe sala herî girîng. Ji ber ku piştî ji aliyê serokê Kurdistanê ve pêvajoya referandumê hatî destpêkirin Kurdistan ber bi statûyek nû ve diçe ev yek dibe destpêka pêvajoyek dîrokî.Bê guman ev destpêk kengê digihê encamê, pirsek dine. Lê ya girîng destpêkirina vê pêvajoya serxwebûnê ye.Di dîrokî de hatiye ispatkirin ku heta kurd nebin xwedî dewlet tu demana statuyên ku destve tînin û mafên destxistîn tuneye.Demana kurdan ji bo jiyanek azad ragihandina dewletek kurdî de ye.Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî, prosesa serxwebûnê destpêkiriye.Piştî pêwendiyên bi salan dewletên cîhanê û herêmê re hatîn kirin, zemînek yê dewletbûnê di qada navdewletî de hatiye amadekirin.Niha jî li Başûrê Kurdistanê ji bo ragihandina dewletek Kurdî xebat tê kirin.Bê guman li rêya serxwebûna Kurdistanê de gelek asteng hene.Astenga herî girîng hinek aliyên Kurdistanî bi xwe ne.Tê zanîn ku PKK û derdora PKK dewletek netewî Kurdistanî naxwaze.Ji bo vê jî vekirî di vê rêyê de astenga pêyda dike.Li Başûrê Kurdistanê Tevgera Goran jî dewletek serbixwe naxwaze, lê wek PKKê eşkere vê yekê nabêje. Bi hinek leyiztikên ne etîk destê xwe tavêje rejima Bexdayê û dixwaze desthilatdariya Kurdistanê bi awayekî têk bibe.Piraniya cara dewletên herêmê ji bo ku kurd nebin xwedî statû, destên xwe yên di nav kurdan de bi kartînin.Her partiyek Kurdistanî ji bo statûya Kurdistanê daxwaziyekî dike. Ev yek gelek normal e. Hinek serxwebûnê û hinek federalizmê ji bo Kurdistanê dixwazin.Kî çi dixwaze ne gelek girîng e. Lê dema mirov li dijê serxwebûna Kurdistanê derkeve gelekî girîng e û ev yek mirov dide aliyê dijberiya destkeftiyên netewî.Yanî nexwestina serxwebûnê û dijderketina serxwebûna Kurdistanê ji hev cudane.Di vê konaxa zîz de , pîvanek derdikeve holê. Dijderketina hewldanên serokê Kurdistanê ya ragihandina dewleta kurdî dijderketina destxistina mafên netewî ye.Di vê konaxê de pêwiste bi hemû awayî pi?giriya hewldanên serok û hukumeta Kurdistana Başûr bê krin.Herweha gelek girîng e ku aliyên siyasî yên ku dibin asteng di vê rêyê de vekirî bêne rexne kirin û teşhîr kirin.Ji aliyekî pişgiriya pêvajoya serxwebûnê bê kirin û ji aliyek din ve hewldanên pêkanîna astengan neyê dîtin kêmasiyek siyasî derdikeve holê.Pişgiriya prosesa ragihandina dewletek kurdî li Başûrê Kurdistanê, erkek netewiye. Herweha dijderketina astengên ku di vê rêyê de çêdibin jî erkek netewî ye.9.01.2016Dara Bilek

Back to top button