Nivîsar

Dema siyaset li ser tundiyê bête avakirin

Di hilbijartinan de armanc û daxwazên partiyên siyasî gelekî girînge. BDP-ê di van hilbijartinan de  platformek bi nave  Bloka  Ked, Demokrasî û Azadiyê pêkanî. Wek tê zanîn hinek rêxistinên çepên Tirk yên marjînal di vê blokê de cih digrin. Ji aliyê kurdan ve ji derê BDP û KADEP, ji derve HAKPAR û Tevgea Şoreşgerên Demokrat a Kurd jî pişgiriya blokê dikin. Lê hinek kurdên ku dijê vê blokê jî hene û daxwaziyên di van hilbijartinan de Bloka  Ked, Demokrasî û Azadiyê ji xwere kiî armanc wek daxwaziyên netewê nanirxînin.

Dema rêxistinên kurda werin ba hev divê platformên netewî û demokratîk pêkbînin. Tişta ku mirov ji alê kurdan ve dibîne di rewşa îro de kurdên di nav Bloka  Ked, Demokrasî û Azadiyê hatîn bahev ji bilî hinek daxwaziyên din di bingehê xwe de di bin şîara “ Xweseriya Demokratîk“ li ba hevin. Xweseriya Demokratik çikas bersiva daxwaziya çareseriya pirsa kurd dide pirsa bingehîn û herî girîng e.

Gelek vekirî diwxeyê ku li hinek bajarên Kurdistanê hilbijartin di navbera berendamên serbixwe yên ku BDP pişgiriya wan dike û Ak Partiyê de derbas bibe. Li van deveran jî dixweyê ku dê berendamên BDP-ê yên serbixwe hatin destnîşankirin tên hilbijartin û yên din dê ji AK Partiyê re bin. Belkî  di  hinek bajaran de berendamek serbixwe  yan jî berendamek yê Ak Partiyê kêm yan zêde bike, lê ev yek rastiya encamê neguherê.

Armanca Ak Partiyê di van hilbijartina de seranserî Tirkiye ewe ku da MHP bimîne di bin barajê de , yanî rijeya dengên MHP-ê di bin ji % 10 de bimêne. Ev yek hêzek mezin dide Ak Partiyê. Hingê ihtimalek mezin dê Erdogan bigehe armanca ku di hilbijartinan de dayî pêşiya xwe.

Bi awayek din mirov dikare bêje ku encama van hilbijartinan kifşe. Li gora lêpirsîna dixweyê ku, dê Ak Partî ji % 45- 49, CHP Ji % 24-28,  MHP ji % 9-11 û berendamên serbixwe jî ji 27- 32 parlementeran destbêxin. Bê goman cardin wek hemî derên cîhanê hinek tiştên ku mirov ne li hêviyêne jî dikare bibe.

Di van hilbijartinan de tundî derket pêş û di hinek bajarên Kurdistanê de rojanê tundî û tujî di prosesa hilbijartinan de derdikeve pêş. Ev tundiya li bajarên Kurdistanê pêktê zererê dide civaka kurd û hemî kurdan..

Dema tundî pêktê û tevlîhevî çêdibe mecala ku dezgehên tarî rola xwe bileyzin zehftir dibe. Gelo ji bo çi mirov zemînekî bi zanebûn ji van dezgehên tarî re amade bike? Ev yek nayê fam kirin yan jî kesek naxwazî vê rastiyê bibîne.  Gelo ji bo çend dengên zêde hêjaye ku mirov vê zererê bide miletekî.

Dema daxwaziya çuyîna parlementoyê derdikevê pêş,gelek caran her tişt mubah tê dîtin. Li vê derê prensîp namînin û pîvana nirxên kesayeta insana tên guhertin. Di hilbijartinan de demokrasî û demokratbûn ewe ku herkesek di warek aram de bikaribe bi îrada xwe ya serbixwe dengê xwe bide û di bin tu tedariyekî yan jî tehdîtekî de nemîne. Li cihê tehdît û tedarî hebê behsa îrada azad û demokrasiyê nayê kirin.

Dema siyaset li ser tundiyê tê avakirin, gelek rastiyên heyî winda dibin û gotar û dîtina azad role xwe naleyze. Hingê gelek rewşenbîr û siyasetmedar ji derê bîr û baweriya xwe, xwe mecbûrê pişgiriya hinek tiştên çewt dibînin. Kesên heta doh banga aşitî û aramiyê dikiran niha ji herkesî gelektir hêviya xwe berdane li ser tundiyê û wek teyrê baz duxurin.. Tundî û tujî zerere, israrkirina aşitî û karanîna metodên demokratîk li himber her plan û leyiztikan mêraniya herî mezin e.

16.05.2011
Dara Bilek

 

Back to top button