NivîsarRojev

Dema sinor ji ehlaq re nemine !

Qada şerê artêşa Tirkiye û PKKê bûye başûrê Kurdistanê. Eve demek dirêje  PKK ,tevlî medya xwe bi hemû awayî êrîşê PDKê dike û hewldide ku destkeftiyên başûrê Kurdistanê têkbibe. Helwesta PKKê di derbarê PDKê de, vekiriye lê di rastiya xwe de jî  têgihandina vê helwesta PKKê, ji bo gelek aliyan ne xem e bi zimanek din ji bilî komek niştimanperwerên ku li ser xetek netewî siyasete dikin, tu kesek naxwaze rastiya heyî bibine.

Lê mixabin navê hemû derew, bêbextî û sîxûriyê bûye “siyaset“. Gelek cara li ser rûpelên Rojevakurd de behsa derewên PKKê hatiye kirin, di derbarê helwesta PKKê de nirxandin hatine kirin. Lê dixweyê bi gelemperî Kurd naxwazin rastiya PKKê bibinin, ji ber ku PKKê bi merîfeta mamustayên xwe Kurd nas kirine û li gora wê jî tevdigerin.

Dewleta Tirk li dijê PKKê li başûrê Kurdistanê operasyona dike. Herî dawî dest operasyonekî li devera Garê kir. Di vê derbarê de herkes tiştekî dibêje. Gelek hevalbendên PKKê û mamustayên wan yên nivîskar di cih de dan xûyakirin ku, Pêşmerge tevlî operasyona dibe. Hineka ji wan dan xûyakirin ku PDK vê operasyonê dike. Yanî nawende dezenfarmasyona PKKê di cih de PDK di vê derbarê de tawanbar kir û bernameya ji bo wan hatî amadekirin bi dengeg bilin hewldan û êxistin rojevê de.

Nivîskarê rojnameya Ozgur Politika girêdayê PKKê Ferda Çetin, di cih de dibêje: Êrîşa Tirkiye û PDKê li devera Garê li dijê gerila. Çetin operasyona Artêşa Tirkiye bi vê awayî nav dike. Ka dê sibehî çi din beje xwedê zanê. Lê Çetin bi xwe jî dizanê ku derewa dike, dezenfarmasyona di çerçoveyek dijminatiya Kurdayetîyê de belav dike. Ev erka wî ye ji ber ku mamustayên wî welê jê dixwazin.

Ji aliyek din cardin nivîskarê heman rojnameyê Ahmet Kahraman, di nivîsa xwe ya zimanê Tirkî de, pırsekî dike û dibeje: Gelo ma Barzanî Kurdin? Kesek mirov nizanibe bezê guhê babê wî ji kûye, vê pirsê bike dilê mirov pê diteze. Kahraman li ser rewşa başûr nivîsek gelek ji sinorê ehlaq dûr nivîsandiye. Ev nivîskar Kemalistên çepên û ji aliyê dezgehên tarî ve erkdarin.

Wek din HPGê di derbarê operasyonê û PDKê de daxûyaniyek ragihandiye û dibêje: Li ser tevlîbûna hêzên PDK’ê ya yekser li operasyona Garê, tespîteke me nîne. Agahiyên di vî warî de rast nîne. Lê belê helîkopter û hêzên artêşa Tirk a dagirker ên tevlî êrişa Garê bûn, ji Şirnexê çûn baregeha Başîkayê, ji wir jî derbasî nehiya Bakirman a navçeya Akrê bûn û ji wir jî hatin Garê. Helwesteke PDK’ê ya li hemberî vê rewşê nehate dîtin.

Niha dê mirov ji kî û çewe bawer bike. Dema ev nivîskar van dezenfarmasyona didin û hewldidin ku dijminatiyekî li dijê destkeftiyên başûrê Kurdistanê peyda bikin û rastiya heyî ji xelkê vedişêrin. aliyên din yên kurd, partiyên siyasî, rewşenbir, nivîskar û kaşo siyasetmedar çi dikin? Gelo ne erka wan a niştimanperweriyê ye rastiyê ji milet re bejin? Gelo ne erka mirovahiyê ye vane bêbextiyên medya PKKê ji xelkê re eşkere bikin? Ji hemûyê girîngtir ne erka wan e, li destkeftiyên netewî xwedî derkevin?

Lê mixabin piranî ev yek nayê kirin. Lê dema li hesabê wan werê başûr wek biboka çavên xwe dibinin û erka xwe ya niştimanperweriyê paşguhê xwe ve tavêjin.

Di derbarê operasyona Garê de PDKê daxûyani yek ji bo raya giştî ragihand. Behsa dîtina xwe kir û îthamên medya PKKê red kirin. Gelo qet bala xelkê nakşîne .ji bo çi PKK tene behsa PDKê dike? Ev ne pirseke ku nayê bersivdan? Ji ber ku divê her kurdek niştimanperwer, aliyên siyasî baş têbigihin ku armanca PKKê ya sereke xaka azad li başûr têkbibe û li gel hevkarên xwe partî aliyên siyasî yên başûr Kurdistanê radestî Bexdayê bikin û bi awayekî dewleta Tirk li Kurdistanê cih bikin.

13.02.2021

Nûçe/Analîz

Rojevakurd

Back to top button