Hevpeyvîn

Dema referandumê hate eşkere kirin

Referandûm heta 8ê Mijdarê

 Endama Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Endama Desteya Reforman a PDKê Evîn Hirorî got, referandûma “serxwebûna Kurdistanê” dê beriya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê bê lidarxistin. Evin Hirorî got, reformên li dezgehên fermî û partiya wê hatine destpêkirin, dê teqez bigihin armanca xwe û divê ew baweriya gel dîsa bi xwe bînin. Hirorî anî ziman, herkes dizane ku dê rojek were jinek bibe Serokê PDKê, lê hêj ew dem nehatiye. Endama Serkirdetiya PDKê Evîn Hirorî pirsên Rûdawê bersivand. Beriya niha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo dezgehên fermî û PDKê biryara reforman dabû. Gelo niha reform di kîjan astê de ne?Gefa gendeliyê ji gefa DAIŞê xetertir e. DAIŞ dê ji holê bê rakirin, lê eger em rê li ber gendeliyê negirin, gendelî dê ew me ji holê rake. Serok Barzanî bi vê mebestê 9ê Nîsanê bi awayekî fermî biryara reforman ragihand. Îro zêdetirî 90 dosyayên derbarê vê yekê de li ber destê komîsyonên têkildar de ne û lêkolîn li ser tê kirin. Gelo kesên ku tevlî gendeliyan bûne zêde ne? Derheqê çend kesan de doz hatiye vekirin?Heya niha hejmerek berçav nîne. Ji ber ku em hêj di qonaxa lêkolîn û lêpirsînê de ne. Dema ku zelal bû hin kes tawanbarin, ji bo wan pêvajoya dadgehê dê destpê bike. Hin kes hatin girtin û piştre jî bi kefaletê hatin berdan… Erê rast e, piştî lêkolînê bi kefalet hatin berdan. Lê doza wan hêj berdewam e. Heya niha derbarê gendeliyan de navên kesên ku derbas dibin fermanber û rêvebir in. Çima navê berpirsên pilebilind nîne?  Bêguman navê wan jî dê hebe. Tê gotin tevahiya berpirs û fermanberan tevlî gendeliya bûne. Lê tiştek wîsa nîne. Pêwîstiya reforman bi demekê dirêj heye. Kî dibe bila bibe heman pêvajoyê bê rêvebirin. Di nav gel dê tê gotin reform dê neyên bicîkirin. Gelê me mafdar e wiha bifikirin. Beriya niha jî biryara reforma hatibû standin lê nehat bicîkirin. Ji ber vê yekê jî baweriya xelkê ji rêvebiriyê şikest. Lê gavên niha têne avêtin û biryarên têne dayîn dê werin bicîkirin. Tişta girîng ew e ku, em baweriya gel dîsa xurt bikin. PDKê behsa girtina hin şaxên xwe dikir… Dê neyê girtin. Lê di çarçoveya reforman de çend rêxistinên me dê bibin yek. Ev yek jî pêşniyara alîgir û endamên partiya me bû. Erka sereke ya komîstyonên me berçavkirina nêrîn û daxwaza alîgirên me ye. Hûn derbarê rêkeftina navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorranê de çi difikiri? Li gor we encamek erênî dê jê derbikeve?Em weke partî her tim dibêjin, her rêkeftin ji biryara şerî baştir e. Em dibêjin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan û yekîtiyê divê ne têne di navbera 2 aliyan de di navbera 3-4 aliyan de rêkefin bê kirin. Lê diyar e, armanca rêkeftinê li hemberî partiya me cepheyekê çêbikin û li ser me zextê zêde bikin. Dest danine li ser axa Kurdistanê. Pêwîst e ji bo berjewendiyên netewî hinek gav bêne avêtin. Heger em li hemberî hev derbikevin, em sernavkevin. Ev kesên li dijî referandûma serxwebûnê û li dijî dewletbûna Kurdistanê ne. Weke tê zanîn Sekreterê Giştî yê Goranê Newşîrwan Mistefa her tim li dijî yekîtiya Kurdan derketiye. Heta ku wî YNKê perçe kiribû. Herwiha ev li dijî lihevkirina stratejîk a navbera YNK û PDKê de jî derketibû. Heger ew rêkeftin li hemberî PDKê û serxwebûna Kurdistanê be, dê sernekeve. Tê gotin referandûma serxwebûnê dê 8 Mijdarê beriya hilbijartina serokatiya Amerîkayê pêk were. Referandûm dê bi rastî bê kirin?Bêguman dê bê kirin. Li Kanada û Îspanyayê referandûm hat kirin, lê hêj serxwebûn nîne. Rewşa Kurdistanê ji wan cudatir e. Em zêdetirî 100 salan in ji bo vê yekê şerî dikin. Xwîna me rijiya û me bedel daye. Gel dizane em ji bo çi referandûmê dixwazin. Pêvajoya referandûmê ji aliyê me demekî veguher e. An jî em dikarin referandûmê nekin û serxwebûnê îlan bikin. Baş e, çima beriya hilbijartina serokatiya Amerîkayê?  Serokê nû dema ku hat hilbijartin dê piştî çend mehan dest bi karê xwe bike. Dê valahiyek dê çêbibe û dê kes nebe ji bo me bêje “Na”. Ji bo vê yekê em beriya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, lidarxistina referandûma serxwebûnê guncaw dibînin. Tirkiye û Îran dê piştgiriya Kurdistana serbixwe bikin?  Referandûm mafeke rewa, yasayî û sirûştî yê Kurdan e. Dema niha jî ji bo vê yekê guncaw e. Ji bo vê yekê em bawer dikin ku dê piştgiriya me bikin. Lê vê yekê jî ji bîr nekin heya ku em nebin dewlet dê ti kes alîkariya me nekin. Heger li Başûrê Kurdistanê dewlet bê avakirin, dê ji bo perçeyên din jî bibe minak?  Bêguman dê ji bo Kurdên perçeyên din jî bebe minak. Xwestek û xeyala dewletbûnê li tevahiya Kurdan heye. Niha perçeya herî nêzîk ya Başûrê Kurdistanê ye. Divê em vê derfetê ji dest nedin. Dema ku em bûn dewlet, emê alîkariya perçeyên din jî bikin. Piştî Sykes-Picot’un em perçe kirin, bi îzna Xwedê Kurdistana mezin jî dê bê avakirin. Rêjeya jinan di nava PDKê çend e?  Di serkirdetiya partiya me de ji sedî 10 jin in. Helbet ev hejmara kêm e. Em hemû vê yekê dizanin. Lê ez bawer dikim dê zêdetir bibe. Di civaka Kurdan de mêr desthilatdar e. Ji bo çareseriya vê jî dem pêwîst e. Bila zilam bizanin ku jin dikarin di aliyê siyasî û çend aliyên din de jî dikare serbikeve. Rojekê jinek dê bibe Serokê PDKê? Çima nebe! Em hemû dizanin dê demeke nêzîk çênebe, lê dê bibe.

Back to top button