Cîhan

Dema danînê de agir bi balefirê ket

Balafira rêwiyan a xeta Azimuth a ku ji Soçiya Rûsyayê dihat Balafirgeha Antalyayê, piştî daketinek bi dijwar di cih de agir pê ket.

Piştî ku di motora balafira tîpa Sukhoi Superjet 100 de ku 89 rêwî û 6 xebatkar tê de bûn de şewat derket, tîmên li balafirgehê bi lez û bez midaxele kirin û 89 rêwiyên di balafirê de hatin derxistin.

Hat ragihandin ku di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûne, piştî şewat hat vemirandin balafir li cihê parkê hatiye danîn. Piştî bûyerê Balafirgeha Antalyayê bi qasî 7 saetan ji seferan re hat girtin.

Hat ragihandin ku balafir di şert û mercên nebaş ên hewayê de li Antalyayê danî. Bahoza li Antalyayê dewam kir, berpirsê Giştî ya Meteorolojiyê hişyariya bi koda porteqalî da.

Back to top button