PolîtîkRojev

Dema CHP bibe desthilat, emê serê sibehê di dilbistanan de wek pez rêz bibin.

Serokê AKPê yê Diyarbekirê Şerîf Aydin: Dema CHP bibe desthilat, emê serê sibehê di dilbistanan de wek pez rêz bibin.

“Xwedê neke lê dema CHP bibe desthilat,dê kurdek nikaribe bêje Ez Kurdim.

Serokê şaxê Diyarbekirê yê AK Partiyê Şerîf Aydin amaje bi wê yekê kir ku dema CHP were ser desthilatê dê li ser kurdan siyaseteke qedexekirinê bimeşîne.

Serokê AKP’ê yê Diyarbekirê Şerîf Aydin di civîna çapemeniyê de rojev nirxand. Aydin, anî ziman ku mûxalefetê tenezûl nekir ku li gel HDPê hevdîtina bike. Lê hemû “şoreş”ên der barê kurdan de ji aliyê Serokomar Erdogan ve hatin kirin û wiha got: “Yê ku di vê yekê de bi ser ketiye ew e. Yê ku dikare vê bike ew e. Li Tirkiye CHP di nava dewletê de weke kodek wisa hatiye cihkirin ku, ti îmkana tu  mecal tuneye ku ji bo Kurda tiştekî bike,hafiza Kurdan de ev yek heye.

Aydin di berdewamiya axavtina xwe de got: “Dema ku CHP were emê serê sibê wek pez li dibistanên xwe rêz bibin. Me di ciwaniya xwe de ew roj dîtine. Serê sibê em li baxçeyê mektebê rêz dikirin, wek pez, diviyabû pêşî em wiha bikin: Bi Xwedê ez tirkim, ez tirk im. Bêyî vê gotinê nahiştin em bikevin dibistanê de.Me ew tecrube kirine, Çima dê CHP were û em dîsa wan biceribînin? Çima dîsa zimanê me kurdî qedexe bike? Çima divê muzîka me dîsa bêdeng be? Çima divê em zarokên xwe bikin bin nîrê  Tirkiyeyek di wê dîktatoriya avahiyeke zalim de? Em jiya bila zarokên me wê zilmê nejîn. 

Back to top button