Dem Partî serkeftina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li pîroz dike
DEM Partî îro Nîsanê li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir û tê de got: “Em serkeftina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat, pîroz dikin.”
Herwiha got: “Konferansa Rojava ya ku nûnerên partiya me jî tê de beşdar bûn, ne tenê di warê avakirina yekitiya Kurdan de gaveke dîrokî ye, di heman demê de ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk ku her gel, bawerî û çanda ku li Rojhilata Navîn bi taybetî li Sûriyeyê dijîn, bi nasname û statuya xwe bijîn, derfeteke gelekî girîng e.”
Di peyamê de hat gotin jî: “Modelên demokratîk ên bi îrade û tifaqa gelên li van xakan dijîn, li şûna modelên jiyanê û rêveberiyê yên ji derve tên ferzkirin, tekane çareserî ye.”
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê
Bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurd û saziyên civaka sivîl yên Rojavayê Kurdistanê, duh 26ê Nîsana 2025an Konferansa Yekhelwesta Kurd li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.
Di daxuyaniya dawî ya konfernasê de jî hat gotin: “Beşdarên konferansê ‘dîtina hevbeş a Kurd’ wekî belgeyeke bingehîn pejirandin. Ev dîtin îradeya kolektîf a Kurdan nîşan dide û rêyek rastîn ji bo çareseriyeke dadperwer û berfireh a pirsgirêka Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de pêşniyar dike.
Herwiha konferansê biryar da ku di zûtirîn dem de şandeyek hevbeş ji partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin, da ku li ser bingeha têgihîştin û nêrîna hevpar a ku di konferansê de derketiye, li Şamê danûstandinan bi rayedarên heyî yên Sûriyeyê re bikin.