DEM hewla pravakasyonê li başûrê Kurdistanê dike
Piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistana ofîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya DEMê li Hewlêrê girt û nûnerên wan çûn bajarê Silêmaniyê, Partiya DEMê biryar da ku şandekê bişîne Hewlêrê. Şand wê serdana ofîsa girtî bike.
Di derbarê bûyerê de DEMê daxûyaniyek tund û ji derewan pêkdihat ragihand. Niha jî biryar didin ku, heyetekî rêkin Hewlêr da ku, ofisa hatî girtin ziyaret bikin. Ev bi serê xwe provakasyoneke . Gerek herkesek bizanibe, li baûêrş Kurdistanê hukumetek heye û her kesek li vî welatî bijî û çalakiyekî bike,divê rêzê li yasaya bigre û dezgehên hukumetê nasbike û li gora qanûnên heyî tevbigere.
Barpirsên DEMê rastiyê nabêjin û daxûyaniyên derew radigîhînin. Gelo wan ew nûnertiyê ku dibêjin ,ewe tevdigerin? çokas rêzê li qanûnên Herêma Kurdistanê digrin? Ev pirsa serekeye. Gerek berpirsên DEMê bizanin ku, ew welat Kurdistanê û xwedî yasaye û herkes nikare çewe bixwaze tevbigere.
Ji aliyek din ve, DEM daxûyaniya xwe de dibêje: “Êrîşa PDK’ê ya li dijî nûnerên me yên Hewlêrê zirarê dide yekitiya Kurdan” PDKê êrîşê tu deverekî û kesekî nekiriye. Li Herêma Kurdistanê desthilatek heye ku ji bo parastina asayişa Kurdistanê berpirse. Eger kiryarek hebe dezgehên hukumetê dikin û mecbûrin qanûna heyî bêxin xizmeta parastina asayişa gel de.