Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje, şerê azadkirina Mûsilê dê şerekî giran be çimkî DAIŞ dixwaze li ber xwe bide. Mesrûr Barzanî ji televîzyona Sky News a Brîtanyayê re behsa şerê Mûsilê û Pêşmerge kiriye û gotiye, ew deverên ku niha di destê Pêşmerge de ne, beşek ji xaka Kurdistanê ne û Pêşmerge li wan deran dernakeve. Ti sebebek jî bo vekişîna Pêşmerge ji wan deran nîne. Barzanî derheqê şerê azadkirina Mûsilê de jî gotiye, şerê azadkirina Mûsilê dê şerekî giran be çimkî bi qasî ku haya me jê heye çekdarên DAIŞê gelek tunêl li nav bajêr de vedane û dê li ber xwe bidin.Bas
Pêş
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
28/06/2025
Îran: Piştî gotinên tund ên Trump, emê ne dudilbin..!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Araqçî: Ziyanên me zêde ne27/06/2025