Polîtîk

Heta rastî eşkere û bi wêregî neyin gotin, qedera me wê tim şermezarkirina çalakiyên terorî be

Tevgera Ciwanên Kurdistanê di derbarê bûyerên li Kurdistanê de pêktên daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand. Di heman demî de Tevger behsa helwesta aliyên siyasê di bûyeran de jî dike û negotina rastiyê rexne dike.. HIŞMENDIYA BINDEST Û SERKEFTINA CAHŞ Û DAGIRKERANGer em bala xwe tenê bidin bûyeran û li ser sedemên wan ên bingehîn nesekinin, wê nirxandinên me jî encamên ku emê bi dest bixin jî şaş bin.Mixabin îro di nava Kurdan de kêmasî ne tenê ev e. Aliyên siyasî yên Kurdan bi giştî yan li ser bûyeran tenê disekinin û naxwazin sedemên wan ên bingehîn eşkere bikin an jî li ser bûyerên ku tê hesabê wan disekinin û qala hin bûyeran qet nakin.Di nava wan çend rojan de du bûyerên girîng qewimîn. Yek teqîna terorî ya li Hesekê ya din jî şehîdkirina du mirovên Duhokî li Şingalê li herêmeke di bin desthilatdariya PKKê de.Hemû kes û alî teqîna terorî ya Hesekê şermezar kirin û Teroristên DAIŞê careke din nelet kirin. Lê kesî nepirsî ku terorîstên DAIŞê çawa dikarin ew qas bi hêsanî li cihên ku qaşo PYD desthilatdar e çalakiyan bikin.Ev ne teqîna ewilî bû. Berî çend mehan li Qamişlo jî teqîneke terorî ya mezin pêk hat. Di encam van teqînan de Kurd mecbûr dibin ku ji bo ewlekariya xwe bajarên xwe biterikînin. Ev jî dibe sedem ku li başûrê rojavayê Kurdistanê li bajarên Kurdan hêjmara Kurdan kêm bibe. Di encam de wê bi serjimarên wek ku piştî bi sed hezaran Kurd ji cihê xwe derxistin û kirin, hêjmara Kurdan li başûrê rojavayê Kurdistanê kêm nîşan bidin û wê parçeyekê Kurdistanê wek parçeyekê Sûrîyê nîşan bidin. Ê ku serjimarê kir PYD bû û ev bi xwe tenê jî nîşan e ku PYD perçeyeke planeke çi qas qirêj e.Divê aliyên siyasî yên Kurdan ne bi tenê terorîstan di heman demî de hemû aliyên ku bingehê ji teqînan re amade dikin jî nelet bikin.Em him terorîstên ku teqînan dikin him cahşên ku li ser navê Kurdan dixwazin têkoşîna netewî ya Kurdan têk bibin him jî hemû aliyên ku rastiyan dibînin lê ji ber ku hişmendiya wan bindest e bêdeng dimînin û li gor berjewendiyên xwe yên şexsî/rêxistinî tevdigerin nelet dikin.HIŞMENDIYA BINDEST Û SERKEFTINA CAHŞ Û DAGIRKERANGer em bala xwe tenê bidin bûyeran û li ser sedemên wan ên bingehîn nesekinin, wê nirxandinên me jî encamên ku emê bi dest bixin jî şaş bin.Mixabin îro di nava Kurdan de kêmasî ne tenê ev e. Aliyên siyasî yên Kurdan bi giştî yan li ser bûyeran tenê disekinin û naxwazin sedemên wan ên bingehîn eşkere bikin an jî li ser bûyerên ku tê hesabê wan disekinin û qala hin bûyeran qet nakin.Di nava wan çend rojan de du bûyerên girîng qewimîn. Yek teqîna terorî ya li Hesekê ya din jî şehîdkirina du mirovên Duhokî li Şingalê li herêmeke di bin desthilatdariya PKKê de.Hemû kes û alî teqîna terorî ya Hesekê şermezar kirin û Teroristên DAIŞê careke din nelet kirin. Lê kesî nepirsî ku terorîstên DAIŞê çawa dikarin ew qas bi hêsanî li cihên ku qaşo PYD desthilatdar e çalakiyan bikin.Ev ne teqîna ewilî bû. Berî çend mehan li Qamişlo jî teqîneke terorî ya mezin pêk hat. Di encam van teqînan de Kurd mecbûr dibin ku ji bo ewlekariya xwe bajarên xwe biterikînin. Ev jî dibe sedem ku li başûrê rojavayê Kurdistanê li bajarên Kurdan hêjmara Kurdan kêm bibe. Di encam de wê bi serjimarên wek ku piştî bi sed hezaran Kurd ji cihê xwe derxistin û kirin, hêjmara Kurdan li başûrê rojavayê Kurdistanê kêm nîşan bidin û wê parçeyekê Kurdistanê wek parçeyekê Sûrîyê nîşan bidin. Ê ku serjimarê kir PYD bû û ev bi xwe tenê jî nîşan e ku PYD perçeyeke planeke çi qas qirêj e.Divê aliyên siyasî yên Kurdan ne bi tenê terorîstan di heman demî de hemû aliyên ku bingehê ji teqînan re amade dikin jî nelet bikin.Em him terorîstên ku teqînan dikin him cahşên ku li ser navê Kurdan dixwazin têkoşîna netewî ya Kurdan têk bibin him jî hemû aliyên ku rastiyan dibînin lê ji ber ku hişmendiya wan bindest e bêdeng dimînin û li gor berjewendiyên xwe yên şexsî/rêxistinî tevdigerin nelet dikin.Heta rastî eşkere û bi wêregî neyin gotin, qedera me wê tim şermezarkirina çalakiyên terorî be.Di heman demê de ji xeynî du sê malperan kesî qala şehîdkirina hemwelatiyên Duhokî nekir an li ser vê meseleyê nesekinî.PKK di bin navê HBŞ de li Şingalê bi rêxistin dibe û ji serî de ev rêxistin di bin desthilatdariya Heşdî Şabî de tevdigere. Vê rastiyê ew bi xwe jî venaşêrin û li ser qanalên televîzyonan eşkere bi lêv kirin. Hemû kes jî dizane ku Heşdî Şabî di bin kontrola Îranê de hatiye ava kirin û armanca wî bikaranîna li hember Kurdan/Pêşmergeyan e. Bi ser van rastiyan hemûyan hîn jî kes hebûna PKK a li Şingalê nîqaş nake.Divê li başûrê Kurdistanê pirsgirêkên navxweyî rojeke zûtir bên çareserkirin û cahşên li herêmê him di parlamentoyê de him jî li qadê bên paqijkirin. Di heman demî de divê hemû aliyên serxwebûnxwaz li hember cahşan xwedî helwesteke tund û zelal bin û kar bikin ku PKK li Şingalê nemîne.Bi çi awayî dibe bila bibe divê van pirsgirêkan zûtirîn wext bên çareserkirin. Ger neyên çareserkirin wê destkeftiyên netewî yên Kurdan li hemû parçeyan têkevin xeteriyê û serxwebûn/dewletbûn dîsa bibe xewnek dûr.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ05.10.2016.Di heman demê de ji xeynî du sê malperan kesî qala şehîdkirina hemwelatiyên Duhokî nekir an li ser vê meseleyê nesekinî.PKK di bin navê HBŞ de li Şingalê bi rêxistin dibe û ji serî de ev rêxistin di bin desthilatdariya Heşdî Şabî de tevdigere. Vê rastiyê ew bi xwe jî venaşêrin û li ser qanalên televîzyonan eşkere bi lêv kirin. Hemû kes jî dizane ku Heşdî Şabî di bin kontrola Îranê de hatiye ava kirin û armanca wî bikaranîna li hember Kurdan/Pêşmergeyan e. Bi ser van rastiyan hemûyan hîn jî kes hebûna PKK a li Şingalê nîqaş nake.Divê li başûrê Kurdistanê pirsgirêkên navxweyî rojeke zûtir bên çareserkirin û cahşên li herêmê him di parlamentoyê de him jî li qadê bên paqijkirin. Di heman demî de divê hemû aliyên serxwebûnxwaz li hember cahşan xwedî helwesteke tund û zelal bin û kar bikin ku PKK li Şingalê nemîne.Bi çi awayî dibe bila bibe divê van pirsgirêkan zûtirîn wext bên çareserkirin. Ger neyên çareserkirin wê destkeftiyên netewî yên Kurdan li hemû parçeyan têkevin xeteriyê û serxwebûn/dewletbûn dîsa bibe xewnek dûr.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ05.10.2016

Back to top button