Polîtîk

Dê Ewropa heta serxwbûnê pişgiriya Kurdistanê bike

Pisporê pêwendiyên navdewletî li Rojhilata Navîn Dr. Hawar Nêrweyî dibêje, Ewropa piştgiriyeke mezin dide referanduma Başûrê Kurdistanê û dê heta serxwebûnê jî li pişta Kurdistanê be ji ber ku dizanin Kurdistan dê bibe mînakeke ji demokrasiya bihêz re li Rojhilata Navîn.Dr. Hawar Nêrweyî Pisporê pêwendiyên navdewletî li Rojhilata Navîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Ewropa piştgiriya referanduma me dike û biryar dane ku çavdêrên xwe biçînin Kuridstanê ji bi çavêrîkirina referandumê, ku ev yek jî rewatiyeke zêde dide referandumê. Ewropa piştgiriya referanduma me dike, me duhî jî dît çawa Parlrmantoya Ewropa ala Kurdistanê bi tenê ligel ala Yekîtiya Ewropa bilind kiribû û ala Iraqê nehatibû bilindkirin, ku ev yek jî nîşan dide ku Ewropa ji niha de serxwebûna Kurdistanê qebûl dike û ev yek jî me re pir girîng e.”Wî pisporê wiha got:“Serkirdatiya hemû Ewropa û Amerîka jî dibînin ku li Kurdistanê çiqasî pêkvejiyaneke mezin heye û dê çawa di dewleta Kurdistan de olên cuda û aliyên cuda û pêkvejiyaneke mezin hebe. Lewma jî hem Ewropa û hem jî Amerîka dê berdewam bin li ser piştgiriya Başûrê Kurdistanê. Êdî cîhan hemû jî dizane ku Iraqeke yekgirtî nemaye û nema vedigere, lewma jî piştgiriya Kurdistanê dikin ku ber bi serxwebûna xwe ve biçe.” 

Back to top button