Dê DAÎŞ bişke lê kengê?
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtinekê de ligel kanala TV2 a Nêrwêj de, daxwaz ji Nerwêj û welatên din kir ku, ew bêhtir ji wilo alîkariya Pêşmerge bikin û got: “Em dixwazin Nêrwêj bêhtir alîkariya me bike, çek û teqmeniyên bêhtir ji Pêşmerge re bişînin, jiber ku Pêşmerge take hêze şerê rasteqîne li dijî DAIŞê dike.”Derbarê rol û alîkariya Pêşmerge got: “Ew Pêşmergeyên li bereyên şerin, xwedî xêzan, dayik, bav, jin û zarokin, divê bi vî şêweyî em li wan binerin, bê çawa hûn li leşkerekî xwe dinerin divê wisa li Pêşmerge jî binerin û heman alîkariyê bo wî bikin, lewma divê Nêrwêj û hemû welatên baweriya wan bi demokratî û pêkvejiyanê tê bi Pêşmerge re alîkarbin.”Derbarê êrîşên têrorîstî li ser Parîsê Mesrûr Barzanî got: “Sala par min Civata Navdewletî li ser vê yekê agahdar kir û min got; metirsiyaDAIŞê ne bi tenê jibo vê navçeyê ye, lêbelê ew metirsiye li ser hemû cîhanê, lewma her ku DAIŞ li vê navçeyê bimîne, wê karibe li cihên cuda ji cîhanê kiryarên têrorîstî pêkbîne.”Navborî ragehand jî: “Helbet bê gomane ku DAIŞê bo demek dirêj pilnên xwe bo van kiryarên têrorîstî danîbûn, lê bi tenê li hêviya dema guncaw bû, heger DAIŞê neyê têkşikandin wê kiryarê wiha zêdetir bibin.”Derbarê çawaniya têkşikandin DAIŞê di demek kin de Mesrûr Barzanî got. “Wê DAIŞê bê şikandin, goman di vê yekê de nîne. Lê belê pirs eve ye kengî? Heger cîhan bixwaze bilez DAIŞê tine bike, divê hemû alî pêbendî şerê çekdarên DAIŞî bibin, ne tenê vî şerî bo xelkê navçeyê bihêlin, di baweriya min de DAIŞ ti paşeroj bo wê nîne, lêbelê her ku hebûna wê dirêj bike, wê kiryarên Têrorîstî jî bêhtir bin.”