Cîhan

Dê balefir bikaribin bifirin

Pirsgirêka seferên ezmanî li welatên Ewropa berdewame. Lê niha hêviyek çêbûye ku ewrê tozê hebe jî  dê balefir bikaribin bifirin. Şirketa balafiran ya KLM û LUFTHANSA hinek tecrûbe çêkirin û van tecrûbeyên xwe de serkeftî derketin. Firokeyak ya KLM ya Boeing 737 heta 13.000 metir bilind bû. Di nav ewrê tozê re derbas bû. Lê piştî firokeyê danî tu çewtî di firokeyê de nehat tesbît kirin. Niha ev tecrûbe berdewamin û ihtimala ku ev pirs bête çareserkirin derketiye hole.

Ji ber ku mimkine gelek caran ev çîyan biteqin û ev ewrên ku seferên ezmanî sekinandin gelek caran çêbibe. Ji ber vê jî ev tecrûbe têne kirin da ku, ev pirsgirêk carek din çênebin. Pispor dibêjin ku ihtimala ev teqên heta salekî jî berdewam bin heye.

Back to top button