Cîhan

Daxwaza lêborînê ji Serok Barzanî dike

Rojnameya Alwatan ya Erebistana Siudiyê daxwaza lêborînê ji Serok Masûd Barzanî dike û dibêje ku ew rapora li ser saman û serwetê çend berpirs û serkirdeyên Îraqê hatibû belav kirin û navê serok Barzanî jî tê de bû, ji rastiyê dûr e û rapor ji çavkaniyên şaş hatibû wergirtin. Ji ber hindê rojnemaye Alwatan uzra xwe ji serok Barzanî dixwaze.Rojnameya navborî daxwazê lêborînê ji serok Barzanî dike û dinivîse: Rapora  me nerat e  û me ew rapor ji çend çavkaniyên necîyê baweriyê wergirtiye ku, dema me ew rapor bi hazirî wergirt navê çend berpirs û serkirdeyên Îraqê tê de bû û navê serok Barzanî jî di nav de bû.Rojnameya Alwatan dinivîse: Çavkaniya me ew rapor jê wergirtiye pişta xwe bi belge û zaniyariyên nerast giriêdaye û rapor ji kêmasiyan tijeye. Yan jî dibe ew rapor bi zanîn û bi aramnc hatibe nivîsandin. Ji ber vê yekê jî em daxwaza lêborînê ji dewletmedar birêz Mesûd Mistefa Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê dikin li ser wê şaştiya ku bêguman bêqest b û em dê lêkolînê li ser çavkaniyê bikin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button