Civak

Dayika Kurd 21 sale kurê xwe digere, Seîd ê min li ku ye?

Xatûn Ekrem Niqabî Kurdeka nîştecihê Xorasana Îrane û malê wan li gundê Niqab ya ser bi bajarê Quçan e. Kurê wê Seîd Zeynalî ji dayikbûyê 1976 e ku berî 21 salan li xwepêşandanên Tehranê de ku li wir xwendekarê zanîngehê bû hatiye bêseruşûn kirin û heta niha negihiştiye şopeke ji kurê xwe.

Dayika wê hemû zîndan û nexweşxaneyên Tehranê geriyaye û serdana hemû mehkemeyan kiriye, yek ji hevalên wî dema ku Seîd li zîndanê bûye dîtiye. Dayika Seîd her kesek li girtîxaneya Eynî ya Tehranê azad bûye diçe serdana wan dike, lê belê kes di derbarê wê de ti zanyariyan nizane.

Malbata Seîd, Îtlaata Artêşa Pasdaran bi veşartina çarenivîsa kurê xwe tometbar dike. Ev dayike ciger şewitî li hemû civînan da amade dibê û wêneyê kurê xwe bilind dike ku li ser nivîsiye, Seîdê min li ku ye?

Back to top button