Polîtîk

Daxuyaniyek ji serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Piştî civîn awarte ya parlamentoya Kurdistanê, duhî Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand. Ev li jêr teksta daxuyaniya serokê hikûmetê ye:

Daxuyaniyek ji serokê hikûmeta herêma Kurdistanê.

Di demka nazik û dîrokî de duhî parlamentoya Kurdistanê civiya û bi beşdariya firaksiyonên cihê, ji bo çaresrkirina pirsgirêkên îroj yên herêma Kurdistanê ku ji derencamê gelek giriftariyên beriya nuha ne, biryareke giring der kir. Em pêşwaziyê li birayara 17xaliya parlamentoya Kurdistanlê dikin û destxweşiyê lê dikin, em dê, ji bona cîbicîkirina naveroka biryara parlamentoyê û parastina serûmal û milkê giştî, bi cidî bixebitin.

Ev yek jî bi rêya serweriya qanûnê, parastina aramî û îstîqrarê, misogerkirina mafê xwenîşandan û diyarkirina nerazîbûnê ku em bi mafekê xwezayî yê hevwelatiyan dizanin. Di heman demê de dê li hember wan yên ku qanûnê bin pê dikin tedbîrên pêwîst bên wergirtin û li ser wan hemû bûyerênvê dawiyê lêkolînên qanîn bê kirin û dê li gor qanûn miamile bi encamên lêkolînê re bê kirin.

Em dixazin ji bo miletê xwe dupat bikin ku em dê hewil din, di warê dabînkirina pêdvîtiyên jiyana hevwelatiyan û berhingarbûna diyardeya gendeliyê û serweriya qanûnê de, li gor hêvî û daxazên xelkê Kurdistanê bin. Em dê bi cîbicîkirin hemû xalên biyara parlamentoyê weke; vekêşana hemû hêzên teherik pêhatiye kirin, azadkirina hemû girtiyên ji dervey birayara hakim hatêne binçav kirin, wezîfeya parastina barega, milk û malê giştî û yê hevwelatiyan bi wezîfeya xwe ya sereke dizanin, pabend bin.

Di warê çaksaziyê jî de, parsal me hijmareke pêngavên cidî ji bo reforma avêtine, lê xelik li benda reformêm zêdetir û berfirehtir e. Em tekîd dikin ku dê xebatên xwe, ji bona berhingarbûna gendeliyê bi rêya çalakirina dozgeriya giştî û piştîvanîkirin li saziya çavdêriya darayî li sertaserî herêmê, pêşxistina şefafiyê di warê darayî û çalakirina rola parlementoyê di çavdêrîkirina xerciyên giştî û saziyên hikûmetî de, çirtir kin. Em ji bona dûrxistina dstê partiyan ji karûbarên îdarî, hukimdarî, bazaran û vegerandina milkê hikûmetê ji aliyê partiyan ve hatiye zeft kirin, bixebitin.

Awayê rêveçûna karûbarên saziyên hikûmetê û pêkhateya civata wezîran jî dê di ber çavan re derbas kin, berfirehkirina bingehê beşdariya hêzên siyasî di hukimdariya herêma Kurdistanê de, ji bo vê mexsedê jî, em dixazin digel parlamentoya Kurdistanê û hemû hêzên siyasî û rêxistinên civaka medenî di nava yek mehê de pirojeyekî çalsaziyê di hemû waran de digel destnîşan kirina wextî ji bo cibicîkirinê, amade bikin. Her di vê çarçoveyê de bi hevkarî digel parlamento, parityên siyasî û pêkanîna aqarekê xweş, amadekarî bo hilbijartinên civatên wîlayetan bê kirin û desthilat bi rêya sindoqên dengdanê, ku ew jî bi rêya hebûna rewşeke aram û bi îstîqrarde dibe, desthilat bê guhertin.

Em dixazin wê yekê jî bêjin ku ev rewşa herêma Kurdistanê ji aliyekê ve tisinake çunkî dibe ku ber bi aqarekî xerab de biçe, di heman demê de ji bo çaksaziyê û bihêzkirina prensûpên hukimdariya kurdî ku ev erkê netewî û niştimanî li ser milên hemû aliyan e ku piştîvan û hevkar bin di parastina destkeftiyên xelkê Kurdistanê. Vê yekî jî pêwîstî bi rewşeke aram heye, ji ber hindê em daxazê dikin ku hemû, di cîbicîkirina erk û karên me de ji bo xizmetkirina xelkê Kurdistanê alîyek hevkar û piştîvan bin.

Back to top button