Daxuyaniyek ji Bizava Kurdistan
JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPAMENIYÊ RE !
Ji berk o em konevaniya doza mafê Kurdistanê dikin mafê kesekî nîne ko me bi şovenîzmê sucdar bike. Lewra em bi helwesteke Kurdistanî derdikevine qada rojevê.
Dema ramanên me eve bê,bes em neteweyîne. Her milet û kesayet bi hinek mafên xwe yên xwezayî têt in efirandin, tên dinyayê. Ew maf jêre mafên rawa û xwezayîne dema ew kesaye li mafê xwe xwedî dernekevê tirsoneke, gendele.
Lê ew kesê mafê wî pê nadê bikar anîn, jê distînê zorbe ye. Miletê Kurd bi sed salaye ko ji hemû mafên xwe bêpar dijî. Pêvîste miletê Kurd jibona mafê xwe bidest bixînê dîrayeteke xurt bi bînê. Ew netewe ya ko ne xwediyê mafê xweyî neteweyî, xwezayî û rewa be bê rûmete û ne azade. Her Kurd ne mecbûre kurdîniyê bikê. Lê her Kurd mecbûre ji azadî û rûmeta xwe re tekoşer be.
LEWRA
Em komek Kurd ji bona bi îrada xwe li ser axa xwe, , xwe bi xwe îdare bikin, me biryar da ko partiyeke bi navê Kurdistanê damezrênin xebat û tekoşîna me; dê bi rêwrêbazên rawa, xwezayî û demokratik, bi formen mafê netewî û zagonên navnetewayî bê. 10.12.2013
Cih: Kaplan 2 düğün salonu
Dem: 14.12.2013 Saat: 10:30
BİZAVA PARTIYA KURDISTANÊ