Daxuyaniya yekem a AKP’ê ya derbarê tayînkirina qeyûman de
Alîkarê Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler di daxuyaniya xwe ya têkildarî tayînkirina qeyûman de got ku, pêvajoyên hiqûqî dewam dikin.
Alîkarê Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler di civîna çapemeniyê ya îro ya li ser tayinkirina kayuman ji bo 3 şeredariya, de ev daxuyanî da.
“Ev cure pratîk dê di çarçoveya serweriya hiqûqê de were nirxandin. Şaredarî ne qadên azadiyê ne ku her kes lê sûc bike.
Şaredarên eleqedar ji bo şaredariya Mêrdînê 10 sal, ji bo qeyûmê Batmanê 6 sal û zêdetir, ji bo qeyûmê Halfetiyê jî 6 sal û zêdetir ceza hat birîn. Ev di pêvajoya îtirazê de ne. Rewşên di çarçoveya qanûna şaredariyê de hatin nirxandin û Wezareta Karên Hundir ev wezîfe ji bo demeke demkî kir. Dibe ku di pêvajoya îtirazê ya pêwîst de bi dawî bibe an jî bê beraet kirin. Ev pêkanîn berê jî hebûn. Şaredarî ne qadên azadiyê ne ku her kes lê sûc bike. Ger rewş bê lêkolînkirin dê tedbîrên pêwîst bên kirin. Tu dibêjî ‘qeyum’, lê pênaseya qanûnî wisa nabêje.
Tirkiye dewleteke qanûnî ya destûrî ye. Ji ber vê yekê li şûna 3 şaredariyên heyî yên têkildar, di çarçoveya xala 127’an a destûra me de tayîneke demkî hat kirin.”