CîhanRojev

Daxuyanîya Wezîrê Îstixbarata Îranê

 

Wezîrê Îstîxbarata Îranê (Îtlaat) Seyîd Îsmaîl Hatîb, di derbarê partîyên Rojhilatê Kurdistanê de axivî û got: ” Hikûmeta Iraqê garantî daye me ku “xebatên” rêxistinên Kurd yên Rojhilat bi dawî bikin”.

Di konferansa li Meşhedê Wezîr Seyîd Îsmaîl Hatîb di derbarê xwepêşandanên ku bi kuştina Jîna Emînî di Îlona sala borî de li Tehranê dest pê kiribûn û partîyên Kurdistanî yên Rojhilat (Rojhilatê Kurdistanê) daxuyanîyek da. 

Li gor nûçeya ajansa nîvfermî ya Tasnîm, Xetîb got ku zêdetirî 200 sazîyên ragihandinê, 35 navendên hizrî û bi dehan dezgehên îstixbaratî li dijî Îranê di xwepêşandanên sala borî de tevgeriyane. Hatîp got: “Şerê medyayî yê ku dijminên gelê Îranê di xwepêşandanên sala borî de li dar xistibûn, ji bûyerên ku li hinek kolanên welat qewimîn, bihêztir bû. Em hêvîdar in ku li ser sînorên rojava û li navçeyên derveyî sînor bi garantîyên ku ji alîyê Herêma Kurdistanê ve hatine dayîn, ewlehî bê dabînkirin. Em dixwazin berpirsyarîya Iraqê ya di vî warî de bi bîr bînin”.

Wezîrê Îstixbarata Îranê gefa wê yekê xwar ku ewê bersiva her karekî li navçeyên sînor bidin. 

 

Back to top button