Daxuyaniya PDK-Bakur
PDK-Bakur, di 35emîn salvegera koçadawîn de, serokê neteweyê nemir Mela Mustefa Barzanî bi rêz û rûmet bibîr tîne.
Di dîroka miletê kurd ya bi hezar salan de pir lawên kurd wek siyasetmedarên mezin, kesayetên navdar û qahreman cîh girtine.
Lê di dîroka tevgêra rizgarîxwaziya neteweyî ya sedsala dawîn de, nemir Serok Barzanî xwediyê cîhekî taybet e. Ew di dîroka miletê kurd ya sedsala dawîn de nimûneyeke bêhempa ye. Dîroka nemir Barzanî, dîroka serbilindî û îftîxara miletê kurd e; berxwedan e, rûmet e, şanazî û serfîraziya neteweyî ye.
Nemir Serok Barzanî, dîroka berxwedana netewî ya dema borî, dema me û bêguman ya pêşerojê ye.
Nemir Serok Barzanî, ji sînga miletê kurd afirî ye, di doza bidestxistina mafê çarenûsa miletê kurd ya herçar beşên Kurdistanê de û di dilê welatperweran de zindî ye.
Serokê efsaneyî Mustefa Barzanî heta dawiya jiyana xwe ji bo azadiya miletê kurd xebitî, bawerî bi dijmin neanî û tu carî radestî dijmin nebû.
Em di 35emîn salvegera koçadawîn de nemir Mustefa Barzanî bi rêz û rûmet bibîr tînin.
Bila giyanê serokê efsaneyê şad, cîhê wî behişt be!
Serbilindî ji bo hemû şehîdên Kurditanê!
PDK-Bakur
01.03.2014