Dosya

Bersiva Kurdistanê bo hikûmeta Îraqê

Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de ji malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê re got ku, qutkirina budceya herêma Kurdistanê û nehinartina meaşên kamendên hikûmeta Kurdistanê ne qanûnî û ne destûrî ye û serokwezîrê Îraqê dosyeyên siyasî têkelî meaşê kabidestan û jiyana hevwelatiyan dike.

Sefîn Dizeyê peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistsanê di daxuyaniya xwe de dibêje:

          Mixabin, tişta ku em li bendê nebûn ew bû ku, birêz Nurî Malikî serokwezîrê Îraqa federal ku, ew bi xwe li herêma Kurdistanê jiyaye û wî zanîngeh li Hewlêrê timam kiriye, pêngaveke wisa pavêje dosyeyên siyasî  têkelî meaşê karmendên hikûmetê û jiyana hevwelatiyan bike. Ev di demekê de ye ku, danûstandinên ji bona çareserkirin pirsgirêkên di anvbera her du aliyan de berdewam in em li hêviyê bûn berpirsên Bexdayê di xema çareserkirina pirsgirêkan, bi rêya diyalogê de be, bin, ne kûrkirina prsgirêkan û birîna meaşê karmendan.

Li gor Dizeyî hikûmeta Kurdistanê lêxebitye ku, li gor destûrê pirsên hilawîstî digel Bexdayê bixe di çarçoevya diyalog û danûstandinan de, vê dawiyê ji bona çareserkirina pirsgirkan lihevnêzîkbûnek hebû, lê vê carê hikûmeta Îraqa federal gavek din avêt û meaşê karmendên hikûmeta Kurdistanê birî û ev jî gavek nedestûrî û neqanûnî ye, çunkî beşa herêma Kurdistanê ji budceya Îraqê mafekî destûrî ye û çênabe hikûmeta Îraqê wê weke karteke siyasî bo yekalîkirina nakokiyan bikar bîne.

          Herwesa, berpirsiyareke din a destûrî li ser milê Îraqê eve di bin her zixtek û hêcetekê  de be bila bibe, çênabe cudahiyê di navbera hevwelatiyên Îraqê de bike, lê tişta ku, hemû alî bi zelalî dibîn in eve ku, serokwezîrê federalî cudahî kiriye  meaş û budceya hemû Îraqê daye, lê ya herêma Kurdistanê ragirtiye û çembera darayî  bi ser xelkê Kurdistanê de feriz kiriye.

Hikûmeta Kurdistanê dibêje ku, berprisên Îraqê divê piştgiriyê li pirosesa avadankirin û geşkirina herêma Kurdistanê de bikin, çunkî herêma Kurdistanê, ji bilî ku, aramtirîn devere li Îraqê û dikare şanzî pê bê kirin, di heman demê de ji bo tev wan koçbar û penaberên ji sedema şer û nearamiyê ber bi herêma Kurdistanê ve hatine hişarek aram e.

Peyvdarê hikûmeta Kurdistanêl dibêje ku, Herêma Kurdistanê roleke serekî di qonaxa guhastina Îraqê ber bi îraqeke demokratîk û federal de hebû, serkeftina tecrûbeya herêma Kurdistanê beşeke ji serkeftina tecrûbeya Îraqa federal e. Hilbijartinên sertaserî nêzîk dibe û kûrkirina kirzê tesîreke nerênî dê bo ser serxistina hilbijartinan û pirosesa demokrasiya welêt hebe.

          Birîna meaşê karmendên herêma Kurdistanê çênabe bi tu pirsên din ve bê girêdan, eger hikûmeta federal dixwaze qût û jiyana hevweltiyên herêma Kurdistanê bi pirsa neftê ve girê bide, ev bervajiya pirensîpên destûrî ye. Di danşûstandinan de me gelek bi zelalî pirsa neftê behis kiriye û hikûmeta fedreral jî baş dizane ku, di pirojeyê navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de yek bermîla neftê nehatiye firotin.

 

Hikûmeta herêma Kurdistanê tev karmendan û xwedîmeaşan dilrehet dike ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dê bi her awayî lêbixebite meaşan dabîn bike û lezê li çareserkirina wan pirsan yên ku, peywendî bi jiyana hevwelatiyan ve hebe û hikûmeta herêma Kurdistanê razî nabe mefê rewayê hevwelatiyan têkelî gemên siyasî bibe.

Back to top button