Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî li ser biryara jenosîdê ya Almanyayê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê biryra Almanya de got, “Em biryara Parlamentoya Almanyayê ya ji bo naskirina qetlîamên li dijî Êzidiyan wek jenosîd silav dikin. Ji ber piştgirî û hevkariya berdewam em spasiya Almanyayê dikin.”
Serok Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew pêşwaziyê li biryara Parlamentoya Almanyayê dikin ku tê de sûcên li dijî êzîdiyan weke “jenosîd” bên naskirin.
Piştî vê biryara parlamentoyê Nêçîrvan Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da.
Barzanî ev daxuyanî da:
“Em biryara Parlamentoya Elmanyayê ya ji bo naskirina komkujiyên li dijî Êzidiyan weke jenosîd silav dikin. Em spasiya Almanyayê dikin ji bo piştgirî û hevkariya wê ya berdewam. Em hêvîdar in ku ev gav li Ewropa û welatên din ên cîhanê bê avêtin û edalet ji bo mexdûran pêk were.”