
Serokê ENKSê, Siûd Mela ji Rûdawê re ragihand, “banga Mezlûm Kobanî ya jibo destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê erênî ye” û hêvî kir, ku ev daxuyanî dawiyê li nakokiyên di navbera ENKS û PYNKê de bîne. Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Siyamend Haco jî diyar kir, peyama Mezlûm Kobanî giring e û ew hêvî dikin Pêşmergeyên Rojava vegerin Rojavayê Kurdistanê.
Siûd Mela hêvî kir ku bi van daxuyaniyên Mezlûm Kobanî rûpeleke nû di navbera ENKS û PYNKê de vebe û herdu alî bi rihê birayetî kar bikin.
Serokê ENKSê got, ew bi hêvî ne ku nakokî û nexweşiyên berê yên di navbera aliyan de çareser bibin û dûbare nebin.
Siûd Mela herwiha hêvî kir ku danûstandinên wan bi PYNKê re careke din destpê bikin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mezlûm Kobanî îro di daxuyaniyekê de jibo ajanseke nêzîkî Rêveberiya Xweser bang li ENKS û PYNKê kiriye ku hest bi berpirsyariyê bikin û vegerin ser maseya danûstandinê û diyaloga Kurdî-Kurdî berdewam bikin.
Mezlûm Kobanî herwiha derbarê mijara Pêşmergeyên Rojava de jî ragihandiye, “divê pirsa leşkerî û Pêşmergeyan li gorî Peymana Duhokê bê çareserkirin.”

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Siyamend Haco jî têkildarî mijarê ji Rûdawê re axivî û got, ew hêvî dikin piştî daxuyaniyên Serokê ENKSê û Fermandarê Giştî yê HSDê, danûstandinên navbera ENKSê û PYNKê dubare destpê bikin û ew atmosfêra xirab a di navbera aliyan de nemîne.
Siyamend Haco amaje bi rola giring a Amerîkayê di serpireştîkirin û berdewamiya danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê de kir û got, “Ez bawer dikim ew rawestandina danûstandinan ne ji ber nakokiyan bûn, (ev mijar) bêtir girêdayî îdareya amerîkî bû ku weke em dizanin, ew danûstandinên Kurdî-Kurdî di bin sîwana amerîkiyan de dibin û heya niha îdareya amerîkî civîn amade nekiribûn ku ew haziriyan ji civînan re dikin.”
Li ser pirsa gelo aliyên navdewletî çiqas giringî didin danûstandinên aliyên Kurdî, Siyamend Haco ragihand, ew danûstandin jibo tevaya aliyên navdewletî ku ew weke ENKS pê re dicivin giring in û ew alî dixwazin tevaya dijbereya Sûriyê yekgirtî bin. Haco diyar kir, di hemû civînên li gel Netewên Yekgirtî, aliyên Amerîkî, Yekîtiya Ewropa, berpirsên Fransî yan Almanî de, mijara danûstandinên Kurdî-Kurdî yek ji mijarên civînan e.
Haco tîkildarî daxuyaniya Mezlûm Kobanî ya derbarê Pêşmergeyên Rojava de jî axivî û peyama Mezlûm Kobanî ya derbarê pêşmergeyan û Rêkeftina Duhokê de weke peyameke giring bi nav kir û ragihand: “Weke em dizanin Rêkeftina Duhokê dibêje, gereke hêzeke nû (li Rojavayê Kurdistanê) ava bibe û divê Pêşmergeyên Roj jî beşek ji vê hêza pêşerojê ya Kurdistana Sûriyê bin, daku biparêzin. Lê Hûrgilî pêwîst e danûstandin li ser bê kirin, em hêvî dikin ev xala han ku heya îro nehatiye çareserkirin bê çareserkirin û Rêkeftina Duhokê bibe bingeh û Pêşmergeyên me jî bikarin vegerin Kurdistana Sûriyê û Kurdistana Sûriyê bi hêzên din ên heyî re biparêzin.”
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê destnîşan kir, pêwîst e li ser bingeha Rêkeftina Duhokê rêveberiyeke nû li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin û got, herdu alî têkildarî vê yekê û hûrgiliyên wê divê danûstandinê bikin.