Daxuyaniya hereketa Azadî
Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Ji bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê/Hereketa AZADÎ li Amedê di 8ê Sermaweza 2014an de bi beşdariya endamên xwe yên esil û cîgirên LRGê civiya û civîna LRGê ya 2’an a Hereketa AZADÎ li dar xist. Di civînê de di çavdêriya hin endam û delegeyên Hereketa AZADÎ de geşedanên li Kurdistanê, Tirkiyeyê û alema Îslam û Ereban hat nirxandin û em van xalên li jêr ji raya giştî ya Kurdistanê re parve dikin.
Di civîna LRGê ya 2yemîn a HereketaAZADÎ de geşedanên li başûrê Kurdistanê-Şengalê û li rojavayê Kurdistanê-Kobanêyê, nîqaşên di navbera partî, rêxistinên siyasî û hewldanên li bakurê Kurdistanê, yekîtiya neteweyî, Kongreya Kurdistanê, mixalefeta Kurdan û “pêvajoya çareseriyê” ya ku bi dewletaTirkan re tê meşandin, êrîşên DAÎŞê yên li ser Kurdistanê û helwesta dewletên herêmê ya li dijî van bûyeran hatin nirxandin û nîqaşkirin. Di encama van nirxandin û nîqaşan de em encam û xalên li jêrê bi raya giştî ya Kurdistanê re parve dikin.
1. Êrîşên DAÎŞê yên li ser axa Kurdistanê, taybetî jî yên li ser Şengal û Kobanêyê ku di encamê de koç, dîlgirtin û qetlîam tên kirin li dijî nirxên însanî, Îslamî ne û ev êrîş xizmeta alema Îslam û Ereban û Kurdistanê nake û li dijî nirxa aştiyê ya Îslamê ye. Şiroveyên Xarîcî û Selefiyên ku di pratika El Qaîde û DAÎŞê de derdikevin holê li dijî rêgezên Îslamê ne. Ev rewş zirarê dide alema Îslamê û aştiya dinyayê. Bi tu awayî mafên gelê Kurdistanê yên ji bo Maf, Dad û Azadiyê nayê astengkirin û çewisandin. Berjewendiyên gele Kurdistanê nabe qurbana berjewendiyên Tirkiye, Îran, dewletên Ereban û dewletên mayîn. Divê li ser bingeha biratî û wekheviyê meseleya Kurdistanê were çareserkirin ku ya li gor Îslamê jî ev e.
2. Bûyerên li Kobanê û Şengalê nîşan dan ku li Kurdistanê heta gelê me û aktorên siyasî nebin yek em nikarin ji heqê van pirsgirêkan derkevin. Ji bo yekîtiya neteweyî pêwistî bi Kongreya Neteweyî heye ku divê hemû alî têde cih bigirin. Em piştgiriyê didin hemû hewldan û xebatên di vî warî de û hêvî dikin ku encameke baş derkeve.
3. Di navbera partî û rêxistinên rojavayê Kurdistanê de li Duhokê peyman hat çêkirin û em vê peymanê ji bo avakirina yekîtiya neteweyî serkeftineke mezin dibînin. Ji ber ku peymana Hewlêrê pêk nehat Kurdan zirarên mezin dîtin û ji ber vê jî divê em ji vê yekê ders derxin û hewl bidin da ku peymana Duhokê ji bo yekîtiyeke mayînde bibe destpêk. Piştî peymana Duhokê şandina pêşmergeyan a ji bo Kobanêyê ji bo diplomasiya Kurdan serkeftineke dîrokî ye. Hevkariya di navbera Kurdan de ji hêla navneteweyî ve jî erênî hat dîtin û dewletên herêmê jî qismî be jî destûr dan, ev rewş ji bo statuya Herêma Federal a Kurdistanê jî girîng e. Ev ji bo serxwebûn û hevkariya çar perçeyên Kurdistanê jî destpêkek e. Em alîkariya leşkerî û lojîstîk a hêzên navneteweyî ya ji bo şervanên li Kobanêyê jî erênî dibînin.
4. Em naxwazin li bakurê Kurdistanê agirbesta di navbera PKK û dewletaTirkan de bikeve talûkeyê û “pêvajoya çareseri”yê raweste. Em piştgiriyê didin agirbesta di navbera PKK û Tirkiyeyê de û dixwazin di encamê de aştiyeke mayîn de pêk were. Divê “pêvajoya çareseriyê” mafên kolektif , medenî û xwezayî yên gelê Kurdistanê pêk bîne û raneweste. Divê ev pêvajo ji agirbestê wêdetir here û ne tenê di navbera PKK û Tirkiyeyê de, divê hemû terefên Kurdistanî tevli vê pêvajoyê bibin û Hereka AZADÎ jî amade ye ku çi bikeve ser milan bike. Hereketa AZADÎ piştgiriyê dide ji bo ku bi rêyên dîplomatîk ‘’pêvajoya çareseriyê’’ bimeşe, agirbest dewam bike û aştî pêk were çi bikeve ser milê Hereketa AZADÎyê dê bike.
5. Tê dîtin ku li bakurê Kurdistanê reqabet û cudahiya di navbera hewldan, rêxistin û partiyên siyasî de dibe sedema nîqaş û şer, ev jî dibe sedema şerê biratiyê. Di encama çalakiyên ku bi mebesta Kobanêyê hatin kirin de kuştin û talan çêbûn û bi awayekî zanatî li dijî hin partî û rêxistinên civakî yên sivîl êrîş hatin kirin û ev nayê qebûlkirin. Mixabin şermezarkirin û daxuyaniyên provokasyonê zirarên manewî û medî temîr nakin. Tirsa me ya herî mezin jî ew e ku rewşa civakî xera bibe û pevçûn derkevin ku ev jî zirara herî mezin dide berjewendiyên gelê Kurdistanê.
Bi vê wesîleyê divê nîqaş û reqabeta di navbera partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê li gor hiqûqa biratiyê bên kirin û divê em ji zimanê dijminatiyê dûr bisekinin û bi berpirsiyar tevbigerin. Em hewldanên ku şerê biratiyê dide sekinandin pîroz dikin û divê ev hewldan bi aştiyeke mayînde bigihêje encamekê. Ji ber hesasiyetên neteweyî û dînî em amade ne ku vê wezîfeyê hildin ser mile xwe û bi cih bînin.
6.Em ji teref û gelê Kurdistanê bang dikin ku riayetî van tiştan bikin û divê taybetî jî endam û dildarên Hereketa AZADÎyê xwedî lê derkevin. Divê endam û dildarên Hereketa AZADÎyê li dijî şexsiyet û aliyên Kurdistanî daxuyaniyên bêbingeh û neyînî nedin û li gor hiqûqa biratiyê tevbigerin. Divê neyê jibîrkirin ku berjewendiyên gele Kurdistanê, yekîtiya neteweyî û nirxên însanî û Îslamî ji bo me rêgezên sereke ne.
Bi van hest û fikr û ramanan em silavên germ dişînin ji bo pêşmerge û hemû hêzên din ên Kurdan ku bi dil û can axa Kurdistanê diparêzin. Xwedê şehîdên Kurdistanê bi rehma xwe şa bike û em ji bo birîndaran jî şifaya xêrê dixwazin û Xwedê sebrê bide gele Kurdistanê.
Silav û rêz ji hemû gelê Kurdistanê re…
Ji bo Maf Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ
Lijneya Rêveberiyê ya Giştî
08.11.2014 Amed