Daxûyaniya ENKSê li se vekişîna ji Hevbendiyê
Daxuyaniya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKS (li ser vekişîna wê ji hevbendiyê û desteya danûstandinan)
Ji ber guhertinên siyasî yên ku di qada Sûriyê de çêdibin, û piştî salan ji xebata hevbeş di nav Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê de, û li ser bingeha berpirsiyariya dîrokî li hember gelê me û doza wî ya niştimanî li Sûriyê, Encûmena Niştimanî ya Kurdî dilgiran e ku tiştên jêrîn zelal bike:
Hevbendî weke çarçoveyeke siyasî bi armanca pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê ji bo guhertinê û rûxandina rêjîma deshilatdar hate damezrandin û nasnameyek navdewletî ya berfireh bi dest xist. Li gorî vê yekê, Encûmen tevlî wê bû di çarçoveya belgenameyekê de ku tê de nerîneke zelal ji bo paşeroja Sûriyê, û pabendbûna bi karkirina ji bo çareseriyeke dadmend ji doza kurdî re di çarçoveyeke niştimanî ya berfireh de.
Di salên borî de, Encûmen beşdarî kar û çalakiyên hevbendiyê bû, û pêkhateyek bû ji desteya danûstandinan a Sûriyê, ya ku li gorî biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî hat avakirin, û di civînên Cinêvê, Komîteya Destûrî û hemû rêyên danûstandinan de. Her wiha bi çarçoveyên siyasî yên cuda beşdarî xurtkirina qada netewî ya doza Kurd bû. Lê belê ev tecrûbe bi nakokiyên li ser mijarên bingehîn re derbas bû. Tevî vê yekê, Encûmen li gorî nêrînek hevseng di navbera hevkarî, rexneyên çêker û daxwaza rawestandina binpêkirinan de, pabendî parastina berjewendiyên gelê me bû.
Li gor pêşhatên heyî, piştî rûxana rejîma diktator a xwînrêj û derketina wê, û nebûna rola hevbendî û desteya danustandinan di vê qonaxê de. Li ser vê yekê, ew vekişîna xwe ji wan radigihîne, û tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina xebata siyasî li gor nerîneke nû ya ku li gor guhertinên diqewimin, bi hemahengî û xebata bi hemû hêzên niştimanî re derbarê paşeroja Sûriyê de, û garantîkirina mafên destûrî yên gelê me yê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê. Her wiha Encûmen pabendbûna xwe bi çalakiyên hevbeş li ser asta niştimanî ya Kurd û Sûriyê nû dike, ji bo bidestxistina daxwazên gelê Sûriyê yên azadî, dadmendî û demokrasiyê.
Qamişlo 7 Sibat 2025
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS)